Ji HUDA PARê peyama piştgiriyê ji bo Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û peyama piştgiriyê ji bo Herêma Kurdistanê da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî derbarê vê peywendiya telefonî de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji ber êrişa asmanî ya li ser mala wî derbasbûyî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest.

Yapicioglu di hevdîtinê de piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Wî da zanîn ku ew vê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin.

Sersaxî ji bo Pêşmergeyan

Di peywendiya telefonî de behsa êrişa çend rojên borî ya li ser baregeha Pêşmergeyan jî hat kirin.

Zekeriya Yapicioglu ji bo wan Pêşmergeyên ku di wê êrişê de şehîd bûbûn sersaxî xwest.

Wî hevxemiya xwe ji bo malbatên wan Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê anî zimên.

Banga bidawîkirina şer

Di hevdîtina her du aliyan de rewşa giştî ya herêmê û şerê dawî jî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya HUDA PARê de hat diyarkirin ku wan xwestiye ev şer di demeke herî nêzîk de bi dawî bibe.

Her wiha her du aliyan hêviya wê yekê kir ku aştî, aramî û ewlehî li tevahiya herêmê pêk were.