PWKyê astengkirina Alaya Kurdistanê ya li Amedê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî polîsên Amedê da ku di rojên dawî de di 3 çalakiyên cuda de rê nedane Alaya Kurdistanê bê hildan.

Buroya Ragihandinê ya PWKyê diyar kir ku polîsan bi hinceta "fermana jor heye" midaxeleyî Alaya Kurdistanê kiriye û ew vê helwestê protesto dikin.

Li Amedê destwerdana li dijî Alaya Kurdistanê

PWKyê bi bîr xist ku partiyên Kurdan û kesayetên serbixwe, êvara 20ê Adarê ji bo pîrozkirina Newrozê û 25ê Adarê jî ji bo şermezarkirina êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, li Qada Şêx Seîd a Amedê bi Alayên Kurdistanê 2 çalakî li dar xistine.

PWKyê ragihand ku di her du çalakiyan de jî polîsan hewl daye ku Alayên Kurdistanê ji destê xelkê bistînin lê beşdaran alayên xwe teslîm nekirine.

Her wiha hat destnîşankirin ku 28ê Adarê jî komeke ku xwestiye bi Alayên Kurdistanê beşdarî konferansa avakirina "Platforma Neteweyî ya Kurd" bibe, rastî midaxeleya polîsan hatiye û 25 kesên ku Alaya Kurdistanê hilgirtibûn hatine desteserkirin û piştre hatine berdan.

"Biryarên dadgehên Tirkiyeyê hene"

PWKyê da zanîn ku Alaya Kurdistanê alaya fermî ya Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê hemû cîhanê û Tirkiyeyê ve jî tê naskirin û di hevdîtinên fermî de tê danîn û got:

“Alaya Kurdistanê, alaya neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê ye.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku midaxelekirina vê alayê û qedexekirina wê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û hat gotin:

"Di derbarê wê yekê de ku Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê ne qedexe ye, gelek biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û dadgehên herêmî hene.

Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Wanê, Dadgeha Herêmî ya Erziromê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê di demên cuda de, bi zelalî biryar dane ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye."

"Nîşaneya tirs û bêtehemuliyê ye"

PWK diyar dike ku li Bakurê Kurdistanê hişmendiya neteweyî ya miletê Kurd geş dibe û nîşaneya vê ya yekem jî xwedîderketina li Alaya Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniyê, helwesta polîsan nîşaneya tirs û bêtehemuliya li hemberî vê hişyarbûnê ye.

PWKyê destnîşan kir ku ev helwest ne tesaduf e, belkî destpêka siyaseteke nû ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ye ku ji Amedê hatiye destpêkirin.

Banga vekirina dozê li parêzgarî û polîsan

PWKyê bangî baro û hiqûqnasan kir ku li dijî Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê, Parêzgariya Amedê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê dozê vekin.

Her wiha bangî hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr û hunermendan hat kirin ku li hemberî qedexekirina Alaya Kurdistanê helwesteke hevpar nîşan bidin û di her çalakiyê de li alayê xwedî derkevin.