Li Qamişloyê êrişî baregeha Qesrikê hat kirin: Dron ji Îraqê hatin avêtin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê ragihand ku bi 4 dronan êrişî baregeha Qesrikê ya li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Rayedarên Sûriyeyê Îraqê wekî berpirsyarê vê êrişê dibînin.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Semîr Osoyê ku bi navê Sîpan Hemo tê naskirin, li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek belav kir û got:

“Em bi tundî êrişa duyem a li Herêma Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin.

Bi taybetî îro destê sibehê, Baregeha Qesrikê ya Amerîkayê ya li ser axa me, bi 4 dronan rastî êrişê hat ku ji nav axa Îraqê hatibûn avêtin.

Dron hatin xistin û ti ziyanên canî çênebûn.”

Sîpan Hemo: Îraq berpirsyar e

Sîpan Hemo her wiha destnîşan kir:

“Em Îraqê berpirsyar dibînin û daxwazê jê dikin ku rê li ber ducarebûna van êrişan bigire ku aramiya me dikin armanc.

Em tekeziyê li ser girîngiya hevkariya herêmî û navneteweyî dikin ku ewlehî û aramiya li herêmê bê dabînkirin.”

Doh jî Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihandibû ku yekîneyên artêşê bersiva êrişeke dronan a li baregeha leşkerî ya Tenefê ya li başûrê Sûriyeyê daye.

Li gorî artêşê, dron ji axa Îraqê firiyabûn û hewl dabûn baregeha leşkerî ya li Tenefê bikin armanc.

Her wiha 23yê Adarê jî bi dronan êrişî baregeha Xirab Cîrê ya li çoltera Dêrikê hatibû kirin.

Wê demê jî hikûmeta Sûriyeyê Îraq wekî berpirsyarê wê êrişê nîşan dabû.

Şamê ji Bexdayê xwestibû ku tedbîrên tund wergire ku rê li ber êrişên bi vî rengî bigire.