Pervîn Buldanê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.
Pervîn Buldanê li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek parve kir û got:
"Ez êrişên ku îro ji aliyê hêzên Îranê ve li Dihok û Hewlêrê hatin kirin û bombebarankirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikim.
Ji birêvebiriya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re derbasî be."
Çi qewimîbû?
Doh mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê ji aliyê komên çekdar ên derveyî qanûnê ve bi dronan hat armanckirin.
Di êrişê de ti zererên canî çênebûn.
Vê êrişê li Hewlêr û Bexdayê û di asta navneteweyî de karvedanên mezin li pey xwe anîn.
Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyên xwe bertekeke pir tund nîşanî êrişê dabû.
Aliyê Îranê jî îdia kir ku pêwendiya wan bi vê êrişê re nîne û Amerîka û Îsraîl ji vê bûyerê berpirsiyar dîtin.
Ez êrişên ku îro ji aliyê hêzên Îranê ve li Duhok û Hewlêrê hatin kirin û bombebarankirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezardikim. Ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re derbasî be.
— Pervin BULDAN (@PervinBuldan) March 28, 2026