Zêringer li ber xwe da lê dizan kîloyek zêr dizî

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê du kesên rûpêçandî û bi çekê bi ser zêringerek de girt.

Zêringer Vasif Arslan li ber xwe da û bi şêlankeran re pev çû. Tevî midaxeleya zêringer jî dizan zêdetirî kîloyek zêr bir û reviyan.

Bûyer sibeha 27ê vê mehê li dikana zêringer Vasif Arslan a li Kolana Melîk Ehmedê qewimî.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin û polîs jî li pey şêlankeran e.

Zêringer bi dizan re pev çû

Li gorî dîmenên kamerayên çavdêriyê, du kesên rûpêçandî û bi çek dikevin dikanê.

Zêringer Vasif Arslan ji bo ku wan rawestîne li ber xwe dide û bi wan re pev diçe.

Zêringer Vasif Arslan li ser wê kêliya şêlandinê wiha axivî:

"Ez ji hundir derbasî ber vîtrîna xwe bûm ku karê xwe bikim. Du kes ketin hundir û çek da serê min.

Me hevdû bir û anî. Min çek ji destê wan girt û du-sê caran bi qûndaxa çekê li milê wan xist.

Wan her duyan bi hev re destê min badan û çek ji destê min derxist.

Dema ez bi yê çekdar re pevdiçûm, yê din baz da vîtrînê.

Min sê caran li butona hewara polîsan xist lê polîs dereng hat. Di ber derî de jî min çend caran li serê wan xist lê wan zêr hildan û reviyan."

Tevî berxwedana zêringer jî şêlankeran zêdetirî kîloyek zêr bir û reviyan.

Wan dema revînê de gule jî reşandin. Vasif Arslan diyar kir ku zêdetirî 5-6 milyon lîreyî zerera wî heye û got:

"Min hîn tam hesab nekiriye lê nêzîkî kîloyek an jî kîloyek û nîv zêrê min birine."

"Cihê kêfxweşiyê ye ku tiştek bi bavê min nehatiye"

Hêzên ewlehiyê piştî agahdarkirinê gihîştin cihê bûyerê lê şêlanker reviyabûn û xwe winda kiribûn.

Mehmet Arslanê kurê zêringer da zanîn ku ya herî girîng tenduristiya bavê wî ye û got:

"Heta ku karê xwe xelas neke û cîranên wî dikanên xwe venekin, deriyê wî girtî dimîne.

Ew roj alîkariya jinekê dike, dikeve hundir û derî digire lê kilît nake.

Piştî ku dikeve dikanê di nava 6-7 xulekan de ew bûyer diqewime.

Cihê kêfxweşiyê ew e ku tiştek bi bavê min nehatiye.

Em niha ne li nexweşxaneyê ne, ne li edliyeyê ne û ne jî li ser goristanan in.

Ev ji bo me serweteke mezin e. Malê dinyayê tê û diçe, şikir xwîn ji pozê bavê min nehatiye, ew besî me ye."

Dozgeriyê derbarê şêlandinê dest bi lêpirsînê kiriye û lêgerîna li şêlankeran didome.