Serokê Îmaratê piştgirî da Nêçîrvan Barzanî: Em li gel we ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan, telefonî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û êrişa bi dronan a li ser mala wî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê pêwendiya telefonî ya şeva 28ê Adara 2026an de, Serokê Îmaratê El Nehyan ew êrişa ku mala taybet a Serok Nêçîrvan Barzanî kiribû hedef wekî "çalakiyeke terorî" pênase kir.
“Îmarat li gel Herêma Kurdistanê ye”
Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan di dema axaftina xwe de tekezî li ser girîngiya aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo welatê xwe kir.
El Nehyan diyar kir ku di vê dema dijwar de piştgiriya Îmaratê dê berdewam bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo alîkarî û piştgiriya berdewam a Îmaratê ya ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê spasiya Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan kir.
Bandora şer û aramiya herêmê
Her du serkirdeyan di pêwendiyê de bipêşketinên dawî yên li herêmê û bandorên şerê heyî jî nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bîn Zeyd li ser wê yekê hev ra bûn ku divê şer û pevçûnên li herêmê di demeke nêz de biqedin.
Wan her wiha destnîşan kir ku divê ji bo pêkanîna aştî û aramiya herêmê hewlên dîplomatîk werin zêdekirin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî êriş şermezar kir
Li hêla din, Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî belav kir.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Îmarat vê êrişa kirêt a ku mala Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî kiribû armanc bi tundî şermezar dike."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:
"Îmarat li gel Birêz Nêçîrvan Barzanî û malbata wî û her wiha li gel hikûmeta Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava piştgiriyeke tam de ye.
Em hemû kiryarên tundûtîjiyê yên ku aramî û ewlehiyê dikin hedef bi temamî red dikin."
Doh mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê ji aliyê komên çekdar ên neyasayî ve bi dronan hatibû hedefgirtin.
Di êrişê de ti xisarên canî çênebûn lê vê bûyerê li Hewlêr, Bexda û di qada navneteweyî de karvedanên mezin li pey xwe anîn.