KNK: Divê kesên ku êrişî mala Nêçîrvan Barzanî kiriye werin cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrişên li Herêma Kurdistanê û bi taybetî êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir.

KNKyê xwest ku lêpirsîn were kirin û tawanbar bi awayekî yasayî werin cezakirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek belav kir.

KNKyê di daxuyaniya xwe de got, "Em ji wan hemû êrişên dron û mûşekî yên li Başûrê Kurdistanê tên kirin dilgiran in û em wan bi tundî şermezar dikin."

“Armanc têkdana ewlehiyê ye”

Doh di yek ji wan êrişan de mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hatibû hedefgirtin.

KNKyê li ser vê mijarê diyar kir:

"Hedefgirtina cihê niştecihbûna Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi armanca têkdana ewlehiyê û derxistina aloziyê ye.

Ev êriş li dijî helwesta bêalî ya Herêma Kurdistanê ye."

Di daxuyaniyê de KNK ji aliyên peywendîdar ên Îraq û Herêma Kurdistanê dixwaze:

"Bi lez li ser van êrişên giştî û bi taybetî hedefgirtina cihê niştecihbûna Birêz Serokê Herêma Kurdistanê lêpirsînê bikin.

Tawanbar û encamderan bi awayekî dadperwerane ceza bikin."