Dêrsîm (Rûdaw) - Xwendekar û mamostayên zanîngehê li dijî şêwazê tayînkirina rêveberiya Zanîngeha Dêrsimê nerazîtî nîşan da. Bi hinceta ku bi destê 'Cemaeta Gulen' Gerînedeyê Veterîneriyê, Serokê Beşa Biyolojiyê, Alîkarê Gerînendeyê Veterîneriyê ji bo Peymangeha Tenduristiyê hatine tayînkirin, di bin serperiştiya Baskê Sendîkaya Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Dêrsîmê de li nav hewşa zanîngehê xwepêşandanekê hat sazkirin.
Piştî xwepêşandana ku bi pankartên 'Em ê rê nedin xebatkarên nijadperest û paşverû', 'Di beşa tenduristiyê de em baytar naxwazin' pêk hat, li ber Rektoriya Zanîngeha Dêrsimê li ser navê xwepêşanderan Nûnerê Egîtîm-Senê yê Zanîngehê Mehmet Aşkin daxuyand.
Di daxuyaniyê de Aşkin bertek nîşanî şêwazê tayînkirina rêveberiya Zanîngeha Dêrsimê û rektorê wê da û got: "Nêrînên yekîneyên zanîngehê, daxwazên nivîskî û bêyî ku rewişt û rêçikên zanistî li ber çav bê girtin; rêxistinên cemaetî û nijadperest roj bi roj zêdetir tên bipêşxistin û bihêzkirin. Ji bo hinek kesan bi îlanên taybet, pîvan û rêzikên zanistî û akademî tên binpêkirin. Bi vî awayî li zanîngehê, 'hîndekarên bankamatîk' tên çêkirin. Ev 'hîndekarên bankamatîk' naçin dewamê û li bajarê Dêrsîmê dananîşin. Yekane erk û peywirê wan ew e ku postên rêveberiyê li xwe bikin û di hefte yan jî du hefteyan carê îmzeyên dewamên xwe di yekcarê de biavêjin."
Aşkin derbirî ku rêveberiya zanîngehê hîndekar û mamostayên ku Dêrsîmî ne, wernagire. Aşkin diyar kir ku li zanîngehên her bajarî wekî rêje bi piranî ji hîndekarên wî bajarî pêk tên, lê li Dêrsîmê li Zanîngeha Tûnceliyê hema bigire hîndekarê ji vî bajarî nîn in. Aşkin di vî warî de rexne li rêveberiya zanîngehê girt û wiha domand: "Pêşniyara me ev e, bila rektor navê zanîngehê yan bike 'Zanîngeha Firatê ya li Dêrsîmê' yan jî bi gotina gel navê wê bike 'Zanîngeha Gulen 2'."
Xwendekarên Peymangeha Pîşeyê Tenduristiyê bi cilên xwe yên sipî beşdarî xwepêşandanê bûn û hima him dirûşmeya 'Em ne baytar in, em tenduristkar in' berz kir. Ji ber ji bo Peymangeha Tenduristiyê Gerînedeyê Veterîneriyê, Serokê Beşa Biyolojiyê, Alîkarê Gerînendeyê Veterîneriyê hatine tayînkirin, kerb û hêrsa xwepêşanderan sortir bû.
Di vî warî de Aşkin wiha daxuyand: "Li Zanîngeha Dêrsimê yekane jina rêveber Doç. Dr. Gulnaz Karatay ku di damezrandina Peymangeha Tenduristiyê de cih girtiye û erkê gerînendîtiyê bi pûtepêdaneke mezin bi rê ve dibir; digel ku di vê qadê yekane doçent e, ji bo vî erkî nehatiye tayînkirin. Li şûna Karatay baytarek ji b vî erkî hatiye destnîşankirin. Gerîndeyê nû, bi awayekî derhiqûqî, Doç. Dr. Gulnaz Karatay ji serokbeşiyê jî dûr dixe û li şûna wê 'hevrê'yek xwe yê biyolog ji bo vî erkî destnîşan dike. Peymangeha Tenduristiyê ya ku tenê beşa wê ya hemşîretiyê (tenduristkarên jin) vekirî ye, ji aliyê gerînendeyek baytar, biyologeh serokbeş û alîkarek gerînendeyê veterîneriyê ve tê birêvebirin."
Herwiha Aşkin got ku karmend û mamostayên zanîngehê, ne bi pîvanên zanistî ' bi fermanên siyasî û nêzîkatiya bi cemaeta Gulen' tên destnîşankirin û bicihkirin.
Piştî daxuyaniyê xwepêşander hêmanane belav bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse