Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Ebduletîf Ehmed Mistefa, ku weke rêberê Selefiyan li Herêma Kurdistanê tê naskirin, piştgiriya (Kampanyaya Renca Şehîdan) dike û dibêje: “Ew kesê alîkariya kampanyaya Renca Şehîdan dike, du caran xêrê dike.”
Dr. Ebduletîf Ehmed di daxuyaniyeke xwe de, ji Rûdawê re, tekez li ser wê yekê kir, ku ev karê Rûdaw pê rabûye karekî xêr e û wiha got:
“Ew kesê alîkariya vê kampanyayê dike du caran sûdmend dibe, carekê ji wan ji bo dunyayê, ya din ji bo qiyametê, bi piştevaniya bi Xwedê jê re dibe xêr, her ji ber vê sedemê em piştgiriya vê kampanyayê dikin û em dozê li sermayedar, dewlemend û xelkê dikin, alîkariya vê kampanyayê bikin. Em bi niyaz in li (Kenala Amojgarî) bi fermî piştgiriya xwe ji bo vê kampanyayê ragihînin.”
Derbarê vê yekê jî dibe pereyên zekatê ji bo vê kampanyayê, werin dan. Wî reberê Selefiyan got: “Belê, bi mercekî ku ew malbata pere bigihêjinê hejar be jî. Lewma dibe pere di du sendûqan de bin, yek ji wan ji bo hemû malbatên şehîdan be, ya din ku pereyên zekatê li xwe digire, tenê ji bo malbatên hejar be.”
Di dema çend rojan de, Tora Medyayî ya Rûdawê kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo qurbaniyên şerê DAIŞê bi navê (Kampanyaya Renca Şehîdan) ragihand. Heta niha jî hejmareke mezin ji sermayedaran amadebûna xwe diyar kirine ku piştgirî û alîkariya kampanyayê bikin.
Bernameya (Legel Ranj) a Rûdawê, di êvara 25ê vê mehê de, li ber wezîrê şehîdan û nûnerê Wezareta Pêşmerge û 2 parlementeran û hejmarekê ji malbatên şehîdan, Kampanyaya Renca Şehîdan ji bo alîkariya malbatên pêşmergeyên şehîdên şerê li dijî DAIŞê ragihand.
Heta niha bi dehan sermayedarên Kurdistanê amadebûna xwe diyar kirine ji bo beşdariyê di vê kampanyayê de bikin, ku xeleka bê ya bernameya (Legel Ranj) ji bo eşkerekirina beşdariya wan sermayedaran û hemû bexşendeyên vê kampanyayê, hatiye terxankirin.
Her kesek li hundir û derveyî Kurdistanê dikare beşdariyê di vê kampanyayê de bike, bi şandina pereyan ji bo wê hejmara bankê ku ji aliyê Rûdawê ve hatiye ragihandin, bi serperiştiya hersê kesayetiyên Kurdistanî Cemal Ebdul, Ehmed Salar û Hakim Ehmed serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê.
Çawa tu beşdariyê di Kampanyaya Renca Şehîdan de dikî?
Li hundir û derveyî Kurdistanê, bi şandina tibabeke pere, ku dibe yek dolar be jî, ji bo vê hejmara bankê ya jêrîn, hûn dikarin di vê kampanyayê de beşdar bin.
(Aso Serawî)
Li hundirê başûrê Kurdistanê:
Navê bankê: Banka Kurdistan a Navdewletî
Navê hejmara hisab: RanjiShahidan
Hejmara hisab: 2222
Li Cîhan û parçeyên din ên Kurdistanê:
Swift: KIBIIQBA
IBAN: IQ01KIBI2222
Name: RanjiShahidan
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse