Namzedên Kurd li Ormiyê daxwazek ji Kurdên bajêr kirin
Navenda Nûçeyan – Îro li çend parêzgeh û bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gera duyem a hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir. Li bajarê Ormiyê jî her du namzedên Kurd daxwaz ji dengder û alîgirên xwe dikin, ku tenê deng nedin kesekî û deng bidin her du kandîdan.
Îro înê ji saet 08;00ê serê sibehî gera duyem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê li çend parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, ku dê heya saet 18:00ê êvariya îro li gor dema Îranê berdewam be.
Di gera duyem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê de, rewşa bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê gelek hesas e û hilbijartina di vî bajarê Rojhilatê Kurdistanê de li cem Kurdan giringiyek zêde peyda kiriye.
Bo gera duyem a hilbijartinan, 2 namzedên Kurd û 2 namzedên Azerî li Ormiyê kêberiyê li ser 2 kursiyên parlamentoyê dikin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, her du namzedên Kurd ên Ormiyê, Hakim Memekan û Mecîd Mîlan daxwaza ji alîgir û dengderên xwe kirine, di dema dengdanê de, dengê xwe nedin teni kesekî û deng biidn her du namzedên Kurd.
Di vê gera hilbijartinan de, her dengderek dikare li navenda hilbijartinan a Ormiyê dengê xwe bide 2 namzedan.
Di gera yekem a hilbijartinan de, kesekî Azerî bi navê Nadir Qazîpûr ku ji netewa Azerî ye, kursiyekê parlamentoyê ya bajarê Ormiyê misoger kir.