BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – Komkujiya Ermenan hate bibîranîn

29-04-2017
RÛDAW
Zaxo
Zaxo
Nîşan Ermen Komkujî Zaxo
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Ermenên li Başûrê Kurdistan li navçeya Zaxoyê bi merasîmeke taybet 102 saliya Komkujiya Ermenan bibîr anîn.

 

Roja 24ê Nîsanê li cîhanê roja Komkujiya Ermenan e. 102 sal biser vê bûyerê re derbas bûn û îro 29 welatên cîhanê kiryarên li dijî Ermenan ên ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve hate kirin, weke “Komkujî” nas dikin.

 

Ermenên li Başûrê Kurdistanê jî vê rojê weke rojeke “Birîneke Kûr” bibîr tînin.

 

Nûnerê Ermenan li Civata Parêzgeha Duhokê Îşxan Melko ji Rûdawê re got; “Hejmara şêniya me li Başûrê Kurdistanê pir kêm e. lê mafên me li vir parastî ne. Di Parlamentoya Kurdistanê de nûnerek me heye û herwiha di Civata Parêzgeha Duhokê de jî nûnerê me heye.”

 

Ermenên Zaxoyê di navbera salên 1915 heta 1918ê penaber bûne. Dr. Hogir Mihemed, ku nameya xwe ya doktorayê liser ermenan kiriye, pisştrast dike, di dema komkujiyê de milyonek û 500 hezar ermen koçber bûn. Herwiha beşek ji wan jî berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li Zaxoyê bicîh bûn.

 

Dr. Hogir Mihemed got; “Ermenan ji Erzerom, Bedlîs, Wan û Mûşê koç kirin. Hinek ji wan çûne biyaban û çolên Sûriyê. Hinek çûne Urdinê. Hinek ji wan jî berê xwe dane Iraqê, Zaxo liser rêya sereke bû, lewma li vir man.”

 

Ermenên li Başûrê Kurdistanê xwedan dibistanên xwe yên bi zimanê ermenî ne. ne ji aliyê olî û ne jî neteweyî vex we ji pêkhateyên din ên li Başûrê Kurdistanê cihê nakin.

 

Rêveberê Disbistana Ermenan li Zaxoyê Fehmî Ehmed jî diyar dike; “Ermen û mislimanan bi hevre dixwendin. Me liser ayîna îslamê wan jî liser krîstiyaniyê dixwend.”

 

Ermenên Zaxoyê ortodoks in û nêzîkî 200 malbatên ermen ev sed sal in li taxa Kêste ya vê navçeyê dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst