Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoya Iraqê ragihand, Bexda dê bûdceya geşepêdana parêzgehên Herêma Kurdistanê bişîne.
Dr. Beşîr Hedad ji Rûdawê re got, “ti astengî li ber şandina bûdceya geşepêdana parêzgehên Herêma Kurdistanê tune ne û dema ku bûdce ji bo parêzgehên başûr û naverasta Iraqê were şandin, wê demê dê pişkek ji wê bûdceyê ji bo Herêma Kurdistanê jî were şandin.”
Hedad behsa wê yekê jî kir ku bûdceya geşepêdana parêzgehan bi radestkirina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nehatiye mercdarkirin û tenê bûdceya werberhênanê ye ku Bexdayê bo şandina wê mercê radestkirina petrolê daniye pêşberî Hewlêrê.
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoya Iraqê anî ziman ku “weke Herêma Kurdistanê gelek projeyên xizmetguzarî li parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ji ber kirîza aborî û şerê DAIŞê hatine rawestandin, lê niha li gorî yasaya bûdceya Iraqê, bûdceyeke taybet ji bo geşepêdana parêzgehan hatiye destnîşankirin.”
Li gor yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2019an, bûdceya geşepêdana parêzgehên Iraqê 4 trîliyon dînar e ku %12.67ê wê rêjeyê pişka Herêma Kurdistanê ye.
Ji destpêka îsal ve ku 4 meh derbas bûne, hikûmeta Iraqê ti pere ji bo geşepêdana parêzgehan ji rêveberiyên xwecihî re neşandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse