Çavuşoglu û Mesrûr Barzanî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Hewlêrê li gel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

 

Mevlut Çavuşoglu îro Duşemî 29ê Nîsanê serê sibê û berî ku hevdîtinên xwe yên siyasî yên li gel rayedarên Herêma Kurdistanê re dest pê bike, serdana Eniya Tirkmenî kir û bi berpirsên wê re civînek kurt saz kir.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî vê hevdîtinê, serdana Ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî pêşwaziyê, civîna navbera Mevlut Çavuşoglu û Mesrûr Barzanî dest pê kir û herdu alî hêj di civînê de ne.


Mevlut Çavuşoglu duh bi şev di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

 

Tirkiye dixwaze pêwendiyeke baştir li gel Herêma Kurdistanê ava bike û ew yek jî piştî sarbûna pêwendiyên navbera Hewlêr-Enqerê piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê.