Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Çavuşoglu li Hewlêrê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemî 29ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu kir.

 

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hedvîtin pêk anî.

 

Berî vê hevdîtinê, her îro Çavuşoglu bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro serê sibê jî li gel rayedarên Eniya Tirkmenî li Hewlêrê civînek saz kiribû.


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duh şev di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.