Ocalan: Li gor peymana li gel Îdrîs Barzanî pêwîst e xwînrêjî nebe

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê zindanîkirî yê PKKê bi pêwîst dizane li gor peymana ku sala 1982an li gel Îdrîs Barzanî îmze kiribû û 10 xal li xwe digirtin, êdî di navbera Kurdan de şer û xwînrêjî çê nebe. Herwiha derbarê aloziyên li Zînî Wertê jî daxwaz ji PDK, YNK û PKKê dike yekîtiya netewî binema bigirin.

Abdullah Ocalan, Rêberê Zindinîkirî yê PKKê , roja 27.04.2020, piştî 21 salan bo cara yekem bi malbata xwe peywendiyeke telefonî pêk anî. Rêberê PKKê bo maweyê 25 xulek bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî.

Abdullah Ocalan di wê peywendiya telefonî de behsa pirsên siyasî yên Kurdistanê û taybetî jî kêşeya Zînî Wertê kir û peyamek arasteyî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir.

Mehmet Ocalan derbarê naveroka wê peywendiya telefonî ya li gel Ocalan ji medya nêzikî PKKê re ragihand ku bi kurê xwe Omer Ocalan ê parlamenter, parêzerek û du parlamenterên HDPê re çûne hevdîtinê, lê tenê ji bo wî destûra axaftinê hat dayîn.

Mehmet Ocalan, got ku yekem car bû ku vî mafê xwe yê yasayî bi kar tîne û diyar kir, “Berê jî ji bo em biçin giravê em li kêştiyê siwar dibûn û di nîva rêde em paşve vedigerandin. Dîsa bi mehan hevdîtin pêk nedihatin. Di qonaxa heyî de, êdî bi salan me nekarî em biçin hevdîtinê. Ger dewlet bixwaze dikare hevdîtina telefonê jî temîn bike. Ev 21 salin ev mafê me yê qanûnî û demokratîk bi cih nayê. Herî dawî di 27ê Nîsanê de saet 13.00an yekemîn car me hevdîtina li ser telefonê kir. Hevdîtina me 20-25 deqan dewam kir. Dema ku min di telefonê de denge serok bihîst ez pir keyfxweş bûm.”

Mehmet Ocalan diyar kir ku Ocalan derbarê rewşa tendirustiya xwe de got, “Rewşa tenduristiya min baş e. Lê di rojên pêş de çi bibe ez nizanim.' û bersîv daye” û ragihadn ku Ocalan zêde ranewestiya zêdetir li ser rewşa Kurdan axivî.

Mehmet Ocalan paşê dibêje wî ji Ocalan re ragihandiye ku “di navbera PDK,YNK û Qendîlê de pirsgirêkên mezin hene” û li hember jî Ocalan gotiye, “Ev siyaseta Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye. Tu fêdeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tune ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî tu partî u tevgerên kurdan nekevin nava hesabê ‘Vay emê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me' Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 salin diviyabû yeketiya kurdan hebûye. Mirovên li wê derê dijîn kurdin. Ger xwîn birije, wê kes nekara ji bine vê yekê derbikeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikumeta Herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr dijîne. Pêdiviya kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye. Pêdiviya kurdan yekitiyê heye. Pêdiviya kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tuneye. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye.’ Li gorî min peyama herî mezin jî eve.”-

Peymannameya sala 1982 ya di navbera Îdrîs Barzanî û Abdullah Ocalan

Mehmet Ocalan, aşkere kir ku Rêberê PKKê Ocalan behsa peymannameya 10 xalî ya ku di sala 1982an bi Îdrîs Barzanî re îmze kiribû kiriye û amaje bi wê kiriye li gor wê peymannameyê pêwîst e êdî di navbera kurdan de xwîn û şer pêk neyê. Hikûmeta Başûr, malbata Barzanî ya serokê hikûmetê, dîsa YNK ku piştgiriya hikûmetê dike û Celal Talabanî protokol qebûl kirine. Silav ji van malbatan re.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di wê peywendiya telefonî de peyamek arasteyî PDK,YNK û PKkê jî kiriye û gotiye, “Êdî rêjandina xwîna ya navbera kurdan nayê qebûlkirin; gel jî em jî qebûl nakin. Eger li holê kêmasiyek hebe divê ev bi diyalogê bê çareserkirin û aşitî pêk bê. Rêya yekitiye navbera kurdan ji Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur derbas dibe. Divê êdî kurd li cihekî li hev bikin û pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Kesên ku vê bikin jî malbatên Barzanî û Talabanî û hevalên li Qendîlê ne. Hem hêviya gelê kurd hem jî hêviya me nerêjandina xwînê ya navbera kurdan e.”

“Rewşa Rojava ne baş e û ne jî xerab e”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî Abdullah Ocalan gotiye, “Bi qasî ku ez dibihîzim rewşa Rojava ne baş e jî ne xerab e jî’. Partî û saziyên li Rojava rêxistinbûna demokratîk mezin nekirine, pir biçûk mane. Wê van biçûkan tu pisgirêk neyê çareserkirin, heta ku hêz çênebe wê çareserî bi pêş nekeve. Ji bo vê yekê divê rêxistinbûn hê bêtir bê kirin, di heman demê de divê li her çar parçeyan jî rêxistinbûn bê mezinkirin, di rewşeke rêxistinkirî û bi hêzbûnê de çareserî bi pêş bikeve. Lê em nêzikbûna bila dikkan biçûk be a min be qebûl nakin. Dikana biçûk ne ji bo kurdan ne jî ji bo gelên din pêwîst nîne. Divê dikan mezin be û herkes temsîliyeta xwe di wê dikanê de bibîne. Ev dikan ne ya netew û mezhebek e, partiya me vê tu carî qebûl nake. Bi ser netewe û mezhebe rêxistinbûn nabe. Ji bo yekitiya demokratîk, hûn bi ser partiyê pêşveçûnê çekin û mezin bikin wê ev ji bo we baş be.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan diyar kiriye, “Li gorî texmînên min di nav van hêzan de hin kes rast li min nanêrin. Dibe ku baş nenêrin. Dinya alem dibîne ku ez 50 sal in çi dikim. Ez û hevalên li cem min, di hucreyên xwe de heta ji destê me tê em ji bo hevalên xwe tiştên baş dikin. Ger kesên rast li min nenêrin hebin, ev ne rast e, nayê qebûl kirin. Her tişt li holê ye. Tiştekî ku bê vaşertin tune ye. Li holê pirsgirêkeke mezin heye û dive herkes ji bo vê yeke bi awayekî rast bixebite. Li holê xwîneke ku tê rêjandin heye, heke tu bibî hêz dikarî pêşî li vê xwînê bigirî. Ji ber wê yekê divê herkes li ser vê bingehê têbikoşe û nêrîna wan ev be.”

Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TV bûbû û ragihandibû ku Ocalan di peywenediya telefonî de ji malbatên Barzanî û Talebanî re silav şandin û daxwaz kir, ku di navbera Kurdan de xwîn neyê rijandin û Kurd yekîtiya xwe biparêzin.