Baregeha Barzanî bersiva gotegotên peywendiyên navbera Serok Barzanî û Sedir de da

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand “Peywendiyên Serok Barzanî û Muqteda Sedir gelek rêz û pêbawer in.”

Îro înê 29.04.2022ê Ofîsa Barzanî derbarê peywendiyên navbera Serok Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand “Di hijmareke dezgehên ragihandinê yên Îraq û Kurdistanê de nûçeyên nerast belav bûne ku qaşo Sedir Muqteda Sedr bersiva peywendiyên cenabê Serok Barzanî nade. Li vir ji raya giştî ya Iraq û Kurdistanê re eşkere dikin ku ev mijar tu bingehek tine û dûrî rastiyê ye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin “Di navbera Serok Barzanî û Seyid Muqteda Sedir de gelek bi rêzgirtin û bawerî û peywendiyeke gelek baş heye. Ewên van cûre nûçeyan belav dikin armanca wan dapoşîna şikest û paşketina wan ya ji proseya siyasî ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin “Eger di demên derbasbûyî de balkişandinek jî ji bo kêmbûna tevgera siyasî hebe ewe ji ber berçavgirtina meha pîroz a Remezanê bûye.”