'Di proseya hilbijartinan de mafên bingehîn û azadiyê tên astengkirin'
Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Çavdêriya Hilbijartinan a Sazmana Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (OSCE) derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de raporek belav kir û ragihand ku di proseya propagandeya hilbijartinan de mafên bingehîn û azadî tên astengkirin û berbijêrên hilbijartinan jî di propagandeyên xwe de li ser bikaranîna zimanê dijber û cihêker berdewam in.
Şanda Çavdêriya Hilbijartinan a Ofîsa Mafên Mirov û Saziyên Demokratîk (DKİHB) ku girêdayî Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) ye rapora xwe ya derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de belav kir.
Di raporê de tê gotin ku tevî pêşniyarên Ofîsa Mafên Mirov û Saziyên Demokratîk (DKİHB) aliyên peywendîdar ên Tirkiyê, ji bo birêvebirina hilbijartinên demokratîk li ser astengkirina mafên bingehîn û azadiyan berdewam in û rê tê dayîn ku astengkirinên nû di proseya propaganda û hilbijartinan de bên kirin.
Di raporê de tê gotin: “Berbijêrên ji 4 derdorên siyasî beşdarî hilbijartinan dibin, online jî di nav de peyamên ku bibin sedema aloziyan belav dikin û zimanekî tûnd bikart înin. Gelek muxtabên ligel wan hatiye axaftin bal kişandine ser wê yekê ku website gelek caran tên astengkirin û derbarê naverokên medya civakî û mafê raderbirînê de astengkirinên yasayî tên bikaranîn. ”
Şanda Çavdêriya Hilbijartinan a Sazmana Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (OSCE) di beşeke din a rapora xwe de ba lkişandiye ser doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û dibêje: “Muxatabên Ofîsa Mafên Mirov û Saziyên Demokratîk (DKİHB) bi taybetî derbarê HDP û bi mebest nîşandana sîstematîk a partiyên opozîsyon û alîgirên wan de nîgeraniyên xwe anîne ziman. Doza girtinê ya HDPê ku Adara 2021an de hatiye vekirin, hîn berdewam e.”