Li Semsûrê pevçûn: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du aliyan de 4 kes bi kêran birîndar bûn.
Bûyer doh li bajarokê Siwarliyê yê Bêsniyê qewimî.
Li gorî agahiyan, di navbera her du aliyan de nîqaşeke devkî derket û nîqaş piştî demekê veguherî pevçûnê.
Her du aliyan bi kevir, dar û kêran êrişî hev kir.
Di encama vê aloziyê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tedbîrên ewlehiyê hatin standin
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleya destpêkê kir û pişt re birîndar veguhastin nexweşxaneyên dewletê yên Bêsnî û Serê Golan.
Li hêla din, cendirmeyan jî li cihê bûyerê û derdora wê tedbîrên tund ên ewlehiyê standin da ku pevçûn careke din mezin nebe.