Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariya rasterast a Pentagonê ya ji bo perwerde û rahênana Hêza Pêşmergeyan bi temamî tê birîn.
Ev di demekê de ye ku Amerîkayê ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê û Dijeterora Îraqê daxwaza 96 milyon û 452 hezar dolarî kiriye.
Li gorî reşnivîsa projeyasaya budceya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ya sala 2027an, guherîneke temam di alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Hêza Pêşmergeyan de hatiye kirin.
Alîkariyên ku ji bo çekdarkirin, perwerde û rahênana Hêza Pêşmergeyan a sala 2026an nêzîkî 61 milyon dolarî bûn, di reşnivîsa budceya nû de daketine 0 dolarî.
Rakirina alîkariyên ji bo Hêza Pêşmergeyan di demekê de ye ku di çarçoveya heman bernameyê de, Pentagonê ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê 38 milyon û 600 hezar dolar û ji bo Dijeterora Îraqê jî 57 milyon û 452 hezar û 160 dolar xwestine.
Ev her du amar bi hev re dikin zêdetirî 96 milyon û 452 hezar dolarî.
Sala borî jî Pentagonê alîkariyên darayî yên Hêza Pêşmergeyan birîbûn ku wekî alîkariya mehane dihatin dayîn û 60 milyon dolar bûn. Ev alîkarî ji sala 2026an ve hatiye birîn.
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê û Pentagonê piştî şerê DAIŞê memorandumeke lihevtêgihiştinê îmze kiribû.
Ew memorandum li ser alîkariya Wezareta Pêşmergeyan û yekxistina hêzan bû û iryar e ev lihevtêgihiştin meha îlona îsal bi dawî bibe.
Li gorî agahiyên Rûdawê, tevî daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo nûkirinê jî Amerîkayê heta niha razîbûna xwe nîşan nedaye ku vê lihevtêgihiştinê nû bike.
Alîkariya ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
Projeyasaya budceyê bi giştî ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxwaza 130 milyon dolarî kiriye. Ev heman amara sala borî ye.
Lê di projeyasaya budceyê de nehatiye cudakirin ku çi qas ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çi qas jî ji bo hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê ye.
hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê niha hevparên Amerîkayê ne û beşdarî şerê li dijî DAIŞê dibin.
Ji hemû wê pereyê ku ji bo Sûriyeyê hatiye xwestin, 61 milyon û 500 hezar dolar wekî meaş ji bo wan hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatine diyarkirin ku li dijî teror û DAIŞê şer dikin.
Ev amar herî zêde HSDyê li xwe digire. Amerîkayê sala borî ji bo meaşê wan hêzan 65 milyon dolar dabîn kiribû.