Naveroka axaftina Putin û Trump eşkere bû

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Ushakov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê axivîne û wan rewşa Îran, Kendava Besrayê û Ukraynayê gotûbêj kiriye.

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Yuri Ushakov li paytext Moskowê ji rojnamegeran re axivî.

Ushakov diyar kir ku li ser daxwaza aliyê Rûsyayê, Putin û Trump bi telefonê axivîne.

Ushakov da zanîn ku axaftina wan ji saetek û nîvekê zêdetir ajotiye û ew hevdîtineke karsazî û avaker bûye.

Ushakov destnîşan kir ku Putin ji ber hewldana suîqestê piştgirî daye Trump û got:

"Serokê Rûsyayê ev hewldan bi tundî şermezar kir. Wî tekez kir ku bi çi armanca siyasî dibe bila bibe, tundî nayê qebûlkirin."

Rojev Îran û Kendava Besrayê ye

Ushakov eşkere kir ku her du serokan ji babetên navneteweyî zêdetir bal kişandiye ser rewşa Îran û Kendava Besrayê û ev agahî dan:

"Putin wisa difikire ku biryara Trump a ji bo dirêjkirina agirbesta bi Îranê re rast e.

Ev dê ji bo dan û standinan derfetekê peyda bike û dê bi giştî bibe alîkar ku rewş aram bibe.

Putin diyar kir ku eger Amerîka û Îsraîl careke din hêza leşkerî bi kar bînin, dê encamên wê yên wêranker hebin.

Ev ne tenê ji bo Îran û welatên cîran, dê ji bo hemû civaka navneteweyî encamên xerab bi xwe re bîne.

Helbet xuya ye ku vebijêrka operasyoneke bejahî ya li dijî Îranê bi ti awayî nayê qebûlkirin û xeternak e."

Ushakov bal kişand ser wê yekê ku Rûsya alîgirê çareseriya aştiyane ye û wiha pê de çû:

"Rûsya bi biryar e ku piştgiriyê bide hewldanên dîplomatîk ên ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ya krîzê.

Rûsyayê ji bo çareserkirina nakokiyên li ser bernameya nukleerê ya Îranê hinek pêşniyar kirin.

Ji bo vê armancê dê pêwendiyên bi nûnerên Îranê, serokên welatên Kendava Besrayê, Îsraîl û helbet nûnerên Amerîkayê yên ji bo dan û standinan re bidomin."

Ushakov anî zimên ku Trump jî encamên qonaxa şer a ku bi dawî bûye nirxandine û nêrînên xwe yên li ser "rewşa zehmet a ku birêvebiriya Îranê tê de ye" anîne zimên.

Şerê Ukraynayê

Ushakov ragihand ku di hevdîtinê de krîza Ukraynayê jî hatiye gotûbêjkirin.

Serokê Amerîkayê girîngiya bidawîanîna lezgîn a şer tekez kiriye û diyar kiriye ku ew amade ye bi her awayî alîkariyê bike.

Ushakov got, "Donald Trump bawer dike ku ew nêzîkî peymanekê ne ku dê dawî li şerê Ukraynayê bîne."

Yuri Ushakov da zanîn ku Putin derbarê rewşa eniya Ukraynayê de agahî dane Trump û got:

"Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku Rûsyayê ji destpêka salê ve zêdetirî 20 hezar termên leşkeran dane Ukraynayê.

Lê tenê nîzîkî 500 termên leşkeran dane Rûsyayê.

Putin û Trump li ser tevgerên birêvebiriya Kievê ya bi serokatiya Volodimir Zelensky nirxandinên wekî hev kirin.

Wan destnîşan kir ku birêvebiriya Kievê bi handan û piştgiriya Ewropayiyan hewl dide şer dirêj bike."

Ushakov destnîşan kir ku Putin gotiye Kiev serî li rêbazên terorê dide û êrişî sivîlên li Rûsyayê dike.

Ushakov wiha pê de çû, "Serokê me ducare kir ku ew dê di her şert û mercî de bigihîjin armancên operasyona leşkerî ya taybet a li Ukraynayê.

Helbet em tercîh dikin ku em bi rêya dan û standinan bigihîjin van armancan.

Ji bo vê yekê divê Zelensky bersiveke erênî bide wan pêşniyarên ku gelek caran hatine kirin.

Ev pêşniyar ji aliyê Amerîkayê ve jî hatin pêşkêşkirin."

Ushakov da zanîn ku Trump biryara Rûsyayê ya ragihandina agirbestê ya bi helkefta Cejna Paskalyayê erênî dîtiye û got:

"Putin di vê çarçoveyê de anî zimên ku ew amade ye ji bo 9ê Gulanê Roja Serkeftinê jî agirbestekê ragihîne.

Trump jî piştgirî da vê înîsiyatîvê û tekez kir ku serkeftina li dijî Nazîzmê ya di Şerê Cîhanê yê Duyem de serkeftineke hevpar e."

Pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê

Ushakov diyar kir ku her du serokan li ser pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê, aborî û projeyên hevpar ên di warê enerjiyê de axivîne.

Ushakov bal kişand ser wê yekê ku ev mijar ji aliyê nûnerên her du welatan ve tên gotûbêjkirin.

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlînê Ushakov ragihand ku Putin û Trump li hev kiriye ku pêwendiyên xwe bidomînin.