ŞEMZÎNAN - Termê Osmanê 8 salî piştî 4 rojan hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Nêrduşeyê yê navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, termê Osman Taşê 8 salî yê ku ketibû çem piştî lêgerîna 4 rojan hat dîtin.
Osman Taşê 8 salî 26ê Nîsanê li navçeya Şemzînanê ketibû çem û winda bûbû.
Ji bo dîtina wî tîmên AFAD, Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan (JAK), Tîmên Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE), Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Şemzînanê û tîmên şaredariyê yekser dest bi xebatan kiribû.
Vê sibehê hat dîtin
Tîman hem di nav avê de hem jî li peravê çem xebatên lêgerînê dikirin.
Tîman piştî xebatên berfireh, vê sibehê di nav çem de xwe gihand termê Osman Taş.
Hat zanîn ku termê wî zarokê 8 salî ji bo kar û barên otopsiyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.