Berdana Erhan Kaya hat bipaşxistin, ev 31 sal in ku girtî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdana Erhan Kayayê ku ji sala 1995an ve di girtîgehê de ye û cezayê wî yê 30 salî xelas bûye, bi hinceta "cezayên dîsîplînê" careke din hat bipaşxistin.

Erhan Kayayê ku 31 sal in girtî ye, di pêwendiya telefonê ya heftane de bi malbata xwe re axivî.

Kaya da zanîn ku berdana wî 6 mehên din hatiye bipaşxistin.

Ji sala 1995an ve girtî ye

Erhan Kaya 24ê Gulana 1995an li parêzgeha Erzîromê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin.

Kaya di heyama girtîbûna xwe ya dirêj de li girtîgehên Erzîrom, Tekîrdag, Edîrne û Qeyseriyê ma.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê Kaya herî dawî 2yê Sibata 2025an veguhastibû Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Burdurê.

30 salên wî yên girtîgehê temam bûne jî lê beriya niha bi hinceta cezayên dîsîplînê berdana wî 11 mehan hatibû bipaşxistin.

Di dema lêgerînê de agahî dan wî

Li gorî nûçeya MAyê, Kaya doh bi xalê xwe Tuncay Yuksel re bi telefonê axivî û behsa astengiya nû kir.

Kaya zanîn ku dema gardiyanan li qawîşê lêgerîn dikir, ji wî re gotine ku berdana wî 6 mehên din jî hatiye bipaşxistin.