Parlamenterên Kurdistanê meaş werdigirin lê naxebitin: 10 milyar dînar û 100 daîre
Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî sal û nîvekê di ser sondxwarina parlamenterên Kurdistanê re derbas dibe.
Heta niha desteya serokatiyê û komîte nehatine avakirin.
Parlamenter jî gelekî kêm dixebitin lê wekî hemû karmendên dewletê meaş werdigirin. Meaşê wan 7 milyon û 400 hezar dînar e.
Alîkarê Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê dibêje heta aliyên siyasî rêjeya yasayî ya parlamenteran temam nekin parlamento nikare kom bibe.
2yê Kanûna Pêşîn a 2024an namzedên serkeftî yên serdema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê sonda yasayî xwar û bûn parlamenter.
Ji wê demê ve ji ber nakokiyên siyasî ti rûniştinên din nehatine kirin.
10 milyar dînar meaş wergirtin
Li gorî peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, roja ku namzedê serkeftî sonda yasayî dixwe hemû mafên parlamenteriyê ji bo wî tên hejmartin.
Berpirsekî Parlamentoya Kurdistanê li ser meaşan ji Rûdawê re got:
“Meaşê parlamenteran bi yasayê hatiye diyarkirin û li hemû cîhanê jî wiha ye.
Lewma parlamenterên serdema şeşem jî meaş werdigirin.
Her çend desteya serokatiyê nehatibe hilbijartin jî ew niha wekî karmendekî ne."
Di hilbijartinên serdema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de hejmara kursiyan ji 111an daxistin 100î.
Piştî sondxwarinê ku dike 17 meh berê, wan 100 parlamenteran 14 meaş wergirtin.
Di vê serdemê de fraksiyona Komela Dadgeriya Kurdistanê biryara boykotê da.
Ji 3 parlamenterên wê tenê yekî sond xwar ku ew jî ji fraksiyonê hat derxistin.
Her wiha parlamenterê serkeftî yê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî jî heta niha sonda yasayî nexwariye. Ango bi giştî 97 parlamenteran sond xwariye.
Li gorî lêkolîneke Rûdawê, niha her parlamenterek 7 milyon û 400 hezar dînarî werdigire. Ev ji bo 14 mehan dike 1358 meaş.
Ango di wê demê de parlamenteran zêdetirî 10 milyar dînaran wergirtiye.
Eger komîte werin karkirin, milyonek dînar li meaşê her parlamenterî zêde dibe û dibe 8 milyon û 400 hezar dînar.
Ji bo parlamenteran 100 daîre
Di xûlên berê yên parlamentoyê de ji bo her parlamenterekî daîreyek (yekeya nîştecîbûnê) dihat dayîn lê piştî ku xûl bi dawî dibû wî daîre vedigerand.
Di serdema şeşem de jî li gorî hejmara kursiyan 100 daîre dane fraksiyonan û wan jî ew daîre li ser endamên xwe dabeş kirine.
Parlamento amade ye lê îhtîmala rûniştinê kêm e
Alîkarê Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê Hîwa Nesredîn ji Rûdawê re ragihand heta aliyên siyasî rêjeya yasayî ya parlamenteran temam nekin parlamento nikare kom bibe.
Hîwa Nesredîn got, "Em wekî Parlamentoya Kurdistanê li benda temamkirina rêjeya yasayî ne û parlamento ji bo rûniştinê amade ye."
Nesredîn li ser hewldana partiyan a ji bo civînê, bi taybetî jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî got, "Heta niha tiştek ji me re nehatiye gotin."
PDK û YNK du fraksiyonên herî mezin û nakok in
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hatin kirin. PDKyê bi 39 kursiyan herî zêde kursî bi dest xistin.
Piştî wê YNKyê 23 kursî û Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xistin.
Her wiha Yekgirtûyê 7 kursî, Komelê 3 kursî, Helwestê 4 kursî, Eniya Gel 2 kursî, Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê kursiyek û Goranê jî kursiyek bi dest xist.
14ê Tebaxa 2025an şandeyên dan û standinan ên YNK û PDKyê li Ofîsa Siyasî ya YNKyê ya Hewlêrê civiyan.
Li gorî daxuyaniya wan a hevpar, "Divê hewldanên cidî hebin da ku meha Îlonê serdema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe yên asayî û yasayî bike."
Lê piştî wê daxuyaniyê ne parlamento rûnişt ne jî pêwendiyên PDK û YNKyê asayî man.
Pêwendiyên wan cemidîn û civînên jî wan ên bêencam neman.
Rûniştina parlamentoyê û pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew qas hatin bipaşxistin ku hilbijartinên parlamentoyê û paşê jî hilbijartina serokkomariya Îraqê li pey hatin.
PDK tiliya tohmetê dirêjî YNKyê dike û dibêje, "Bi qestî pêkanîna hikûmetê bi paş xist."
Endamekî Komîteya Navendî ya PDKyê ku nexwest navê xwe bide duşemê ji Rûdawê re got:
"Zanyariyên ji sedî 100 di destê PDKyê de hebûn ku YNKyê nexwest kabîneya 10an bê pêkanîn heta ku hilbijartina serokkomariyê û pêkanîna hikûmeta Îraqê çênebin.
Lewma PDK jî ne amade ye wekî beriya vê qonaxê bi YNKyê re tevbigere."
Piştî wefata Mam Celal û bi taybetî ji hilbijartinên 2018an ve, postê serokkomariyê di navbera PDK û YNKyê de bûye girêk.
Ne PDK bi namzedê YNKyê razî ye ne jî YNK tawîzan dide.
Wekî urfeke siyasî ev post para Kurdan e û bi lihevtêgihîştinên berê di nav Kurdan de ji YNKyê re hatibû dayîn lê nêzîkî 10 salan e ku ew lihevtêgihîştin nemaye.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê destnîşan kir ku li Bexdayê (di navbera PDK, YNK û partiyên din ên Kurdistanî de) li ser namzedê serokkomariyê peyman hatibû kirin lê YNKyê ew bin pê kir û ji eniyeke din ve karê xwe kir.
Endamê Serkirdayetiya YNKyê Pola Talebanî ji nêzîkbûna PDK û YNKyê bêhêvî nîne û dibêje, "YNK her tim ji bo diyalogê amade ye.
Em di hikûmetê de bi hev re ne û ez pêşbînî dikim ku piştî pêkanîna hikûmeta Îraqê, Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke din bibe."
Li gorî Talebanî, "Pêwîst e û rewş wisa dixwaze ku PDK û YNK bi berpirsyariya xwe rabin û bicivin."