Piştî bernameya Rûdawê jiyana Yûnis Ebas guherî

Hewlêr (Rûdaw) - Tenê rojek piştî ku çîroka xwe di bernameya "Berpirsyar" a Tora Medyayî ya Rûdawê de parve kir, jiyana Yûnis Ebasê 25 salî guherî.

Yûnis Ebas diyar kir, ew keça ku berê ne razî bû pê re bizewice, piştî bernameyê telefonî wî kiriye û razî bûye.

Her wiha şirketekê peymana modeltiyê pêşkêşî wî kiriye û dezgeheke xêrxwaziyê jî hemû mesrefên zewaca wî girtine ser xwe.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Hecî Îdrîs Sûrçî yek ji wan aliyan bû ku zû bersiva daxwaza Yûnis da.

Birêvebirê Pêwendiyan ê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Hecî Îdrîs Sûrçî Behêz Sabîr ji Rûdawê re ragihand:

"Dezgeha me hemû mesrefên emeliyata estetîkê ya Yûnis girtiye ser xwe.

Her wiha em dê kel û pelên navmalê û mesrefên zewacê dabîn bikin.

Em dê karekî guncav ji bo wî peyda bikin û navê wî di pişka xaniyan de tomar bikin ku jiyaneke baş derbas bike."

Yûnis Ebas rojek piştî bernameyê, ducare bû mêvanê "Berpirsyar" û got:

"Piştî bernameya doh, bûk amade bû, telefonî min kir û razî bû.

Berê razî nedibû. Niha tenê xaniyek ji min re maye."

Şirket ketin pêşbaziyê

Alîkarî tenê di warê bijîşkî de neman, gelek şirketên sektora taybet jî pêşniyarên cuda pêşkêş kirin.

Xwediyê markeya Vanas Modeyê ya li Hewlêrê Goran Xidir ji Rûdawê re got:

"Em dê sê qat cil û bergên biha ji bo nîşan, mehr û dawetê bidinê ku bihayê kirêya hinek ji wan digihêje 8 hezar dolarî.

Her wiha kuafora VIP û cilên zava jî li ser me ne."

Yek ji derfetên herî mezin ji bo Yûnis, xebata wekî model bû.

Yûnis Ebas da zanîn:

"Şirketa By Denizê ya li Zaxoyê pêwendî bi min re danî.

Em li hev hatin ku sibe ez herim cem wan ku peymana xebata modeltiya cilan îmze bikim.

Ev ji bo min karekî gelekî baş e."

Meaşê modeltiyê û diyariya iPhone 17

Xwediyê şirketa By Denizê ya li Zaxoyê Ebdullah Ehmed ji Rûdawê re got:

"Rûyê Yûnis gelekî xweşik e û ji bo modeltiyê guncav e.

Em dê peymaneke salekê pê re îmze bikin û wekî destpêk em dê 750 heta 800 hezar dînarên Îraqî meaş bidinê.

Şêweyê rûyê wî kêm peyda dibe.

Ew dê hefteyê rojekê yan du rojan ji bo nîşandana cilan were Dihokê yan jî Zaxoyê û mesrefên çûn û hatinê jî li ser me ne."

Şirketa M Centerê ya ku birêvebira berhemên Appleyê yê li Îraqê ye, di daxuyaniyekê de amadehiya xwe ji bo wergirtina mesrefên zewaca Yûnis diyar kir û ragihand:

"Kengî bizewice mesref li ser me ne.

Her wiha wekî diyarî em dê iPhone 17ê bidin wê xanima ku pê re dizewice."

Bazirganekî ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Yilmaz Uzeyîroglu jî pêwendî bi Rûdawê re kir û da zanîn ku ew amade ye hemû mesrefên nexweşxane û zewacê bigire ser xwe.

Yilmaz Uzeyîroglu anî ziman ku heger emeliyatê neke jî ew dê alîkariya darayî bide wî.

Yûnis li ser emeliyatê dudil e

Yûnis Ebas li ser emeliyata rakirina nîşana reş a li ser rûyê xwe dudil e û dibêje:

"Ez li ser emeliyatê fikirîm lê ji min re gotin 3 sal dem lazim e û di wê demê de ez nikarim bixebitim.

Her wiha mesrefên wê jî gelek in.

Heger bijîşkek ji sedî 100 garantiyê bide ku nîşan bi temamî namîne, ez dê wê demê emeliyat bikim."