24 Photos
Silêmanî (Rûdaw) - Êvarê 28ê Gulanê Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê pêncemîn car xwendekarên xwe mezûn kirin.
Vê carê 120 xwendekaran bawernameyên xwe ji beşên kargêrî, ragihandin, peywendiyên navnetweyî, endezyarî û kompîterê wergirtin. Herwiha 24 xwendekaran mastera xwe temam kirin.
Ji bilî xwendekaran, malbatên wan, mêhvanên resmî, Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û damezrînerê zanîngehê, Berhem Salih û balyozê Amerîkî yê berê li Tirkiyê, Francis J. Ricciardone beşdarî rêwresma derçûnê bûn.
Zanîngeha Amerîkî li Iraqê - Silêmanî sala 2007ê hatiye vekirin.