Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê di 10emîn salvegera damezrandina wê de

Di dema deheya borî de, Tora Medyayî ya Rûdawê, weke hilgira xetîreya rastgoyî û baweriyê, xwe tekez kiriye, Rûdaw bi pabendbûna xwe ya xurt bi hûrî û pîşeyî, navê xwe derxist. Berdewam li ber astengiyên gelek, em xweragir bûn û herdem bihêztir derketine, me pêgeha xwe jî weke çavkaniyeke nûçeyan a cihê baweriyê li navçeyê bihêztir kiriye.

Rûdaw ji destpêka karkirina xwe ve, bi ser hejmareke gelek ji astengiyan, biser ket û her carê jî bihêztir ji astengiyan derketiye û bêhtir li ser wê yekê rijd bû ku nûçeyên cihê baweriyê û bêlayen bide bîner, xwêner û wergirên xwe. Bi dirêjiya van deh salan, em pabend bûn, bi xweterxankirina xwe, bilindtirîn standara rojnamevanî û rastiyê daye bîner, xwêner û wergirên xwe, ku ew nûçeyên digihêjin destên wan, cihê baweriyê ne.

Beşek ji serkeftinê vedigere wê hevbeşiya me ya bihêz a ku me ligel ajansên pêşeng ên nûçeyan dirust kiriye. Wê pêkvekarkirinê alîkariya Rûdawê kiriye da mewdaya gihiştina xwe berfirehtir bike û deng û rengê wê bigihêjin xelkên gelek li cihên bêhtir û dûrtir ên cîhanê. Bi rêya dirustkirina hevpeymaniya stratejîk jî, me pêgeha xwe di medyayê de bihêz kiriye û wê pêkvekarkirinê alîkarî kir ku em bikaribin rûmala hûrtir a bûyerên navxweyî û cîhanî bikin.

Medya di qonaxeke bibandor a guherînê de ye, û Rûdaw jî bi mana wê di bereya nûgeriyê de, pabend e. Em sûdê ji teknolojya û platformên nû werdigirin, da bêhtir ji berê, ji bîner, xwêner û bîserên xwe nêzîk bin. Em hewl didin bi rêya sûdwergirtinê ji hêza dîjîtal medya, pêwendiyeke baş ligel bîner û xwênerên xwe dirust bikin û bi wî awayî jî alîkariya wan dikin, di nûçeyan de beşdar bin û derbirrîna nerînên xwe bikin.

Dema em bîr li qonaxa bê dikin, em we piştrast dikin ku Rûdaw bi cîbicîkirina erkê xwe yê sereke, yê ji gihandina nûçe, hûrî, hevsengiyê û encamdana rûmalên bi vî corî jî, pêk hatiye. Rojnamevanên jêhatî û stafên me yên bihêz pabend dibin ku bi bilidtirîn bihayên exlaqî, û piştrast jî dikin ku karê me yê medyayî bêlayenane, zelal û weke xwedî bilindtirîn kwalîte dimîne.

Di demekê de ku em 10 saliya damezrandina Rûdawê pîroz dikin, rêzgirtina xwe ya gelek a ji dil arasteyî bîner, xwêner û hevbeşên xwe dikin, ku wan di vî temenê watedar de, piştgiriya me kir. Em daxwazê ji wan dikin ji bo dema bê jî ligel me bin, em di dahênan, pêdana zanyariyan û vekirina derfetên gotûbêja nerînên cuda de, berdewam dibin. Herwiha ciwanên Kurdistanê û navçeyê dibînin, û di dema bê de bêhtir ji wan nêzîk dibin.

TORA MEDYAYÎ YA RÛDAWÊ  

29ê Gulana 2023