Balyoza Fînlandê: Rûdawê pirrengiyeke zêdetir daye asoyên medyayê
Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Fînlandê ya Îraqê Anu Saarelayê di 12emîn salvegera weşanê ya Rûdawê de got, "Rûdaw xwedî bingeheke saxlem e, dezgehek e ku xelat wergirtiye û pirrengiyeke zêdetir aniye qada medyaya Îraqê."
Balyoza Fînlandê ya Îraqê Anu Saarelayê bi wesîleya 12emîn salvegera destpêkirina weşana Tora Medyayî ya Rûdawê, pîrozbahî li Rûdawê kir.
Saarelayê derbarê rola medyayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê wiha got:
"Hemû medya girîng in. Rûdaw xwedî bingeheke saxlem e û dezgeheke xelat wergirtî ye.
Bi ya min wê pirrengîyek zêdetir daye asoyên medyayî yên Îraqê. Bandora wê erênî ye."
Saarelayê bal kişand ser wê yekê ku Îraq di rêzbendiya azadiya cîhanî ya îsal de di nav 180 welatan de derketiye pileya 155an û ev ji pileya 169an a sala borî gelekî baştir e.
Dîplomata Fînlandî ev pêşketin wekî "erênî" bi nav kir û got, "Hîn jî di warê parastina rojnamegeran de tiştên baştir dikarin werin kirin.
Niha hinek rojnameger di girtîgehan de ne, li Kurdistanê jî ev rewş heye."
Saarelayê tekez kir ku hewcedarî bi bipêşketinên zêdetir heye.
Saarela li ser girîngiya ku Fînland dide azadiya çapemeniyê û dîroka xwe ya kevnar a di vî warî de jî wiha axivî:
"Ji bo Fînlandê azadiya çapemeniyê nirxeke bingehîn e. Qanûna yekemîn a azadiya çapemeniyê beriya zêdetirî 250 salan, di sala 1766an de, li Swêdê destpê kir ku wê demê Fînland beşek ji Swêdê bû.
Em xwedî kevneşopiyeke gelekî kevnar a azadiya çapemeniyê ne û ev jî ji bo demokrasiyeke çalak gelekî girîng e."