Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Rewşit Reşîd diyar kir ku li Îraq û Herêma Kurdistanê firotin û bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye û tewr dadeyên hişbir li hinek cihên Îraqê jî tên çêkirin.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo rêlibergirtina belavbûna madeyên hişbir dest bi kampanyayekê kir.
Dr. Rewşit Reşîdê serperiştê kampanyayê ye pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê bersivandin.
Wî eşkere kir ku bikaranîna madeyên hişbir di 10 salên borî de ji sedî 20 zêde bûye û diyar kir yek ji sedemên zêdebûna tawanên li Herêma Kurdistanê zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir e.
Dr. Rewşit Reşîd ragihand ku “Kampanyaya Niştimanî ya ji bo Rûbirûbûna Madeyên Hişbir” a ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî serkêşiya wê dike kampanyayeke berfireh e.
“Şerek e ku divê her kes bike”
Li gorî agahiyên ku Dr. Rewşit ew bi rêya şeş sektorên cuda yên navbera civak û hikûmet û rêxistinan de ferdên civakê hişyar dikin da ku madeyên hişbir zêdetir belav nebin û li pey çû:
"Em hewl didin ku bigihîjin her malê, her takekî Kurd da ku hişyariya wan ji madeyên hişbir hebe, ji ber ku em dibînin şerê madeyên hişbir şerê hemûyan e.
Şerek e ku divê her kes bike, Rûdaw jî di nav de, ji ber ku madeyên hişbir dema digihîjin malên me cihêrengiyê di navbera kesî de nakin û dibe ku kesê me yê herî nêzîk bikin qurbanî û ev şer şerekî li dijî hemû gelê Kurd e."
Serokê Komîteya Nahiştina Madeyên Hişbir a Îraqê Suheyb Deham 30ê Kanûna Pêşîn a 2024an ragihand ku saşa 2024an li Îraqê nêzîkî çar ton madeyên hişbir hatine tunekirin.
“Hatina madeyên hişbir ji sedî 20 zêde bûye”
Dr. Rewşit Reşîd raporeke Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û got:
"Rapora Ofîsa Tawan û Madeyên Hişbir a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2024ê amaje bi wê yekê kiriye ku di 10 salên borî de hatina madeyên hişbir a Îraqê ji sedî 20 zêde bûye.
Ev jî nîşaneya wê ye ku bikaranîna madeyên hişbir jî zêde bûye, li gorî raporê li hinek cihên Îraqê madeyên hişbir tên çêkirin.
Li gorî rêxistina Neteweyên Yekbûyî hinek aliyên siyasî hene, berjewendiya wan di wê de ye ku madeyên hişbir bêne Îraqê û bên bikaranîn û belav bibin.
“Dibe ku berjewendiyeke siyasî hebe”
Ev jî du heta sê amaje hene, yek ji wan ew e ku dibe berjewendiyeke siyasî hebe li derveyî Kurdistanê û îradeyekê hebe ku madeyên hişbir bên nav Kurdistan û Îraqê.
Her wiha hinek aliyên siyasî, hêzên terorîst û komeke hêzên dijî-civakî hene ku şiyan û birêvebirî û jiyana beşekê ji wan li ser madeyên hişbir e."
“Herî zêde ciwan tûş dibin”
Dr. Rewşit diyar kir ku kampanyaya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî hemû Kurdistanê dide ber xwe û xwe lê berda:
"Ev kampanya ji bo hemû Kurdistanê ye û ew kesên ku tûşî madeyên hişbir dibin bi pileya yekem ciwan in, ji ber vê em gelekî girîngiyê didin hişyarkirina ciwanan û xortên ku temenê wan ji 16 salî bi jor de ye.
Sê qonaxên projeya me hene, yekem hişyarkirin e ji ber madeyên hişbir ku salekê berdewam dike, qonaxa duyem navendeke bipêşketî ya çareserkirina kesên tûşbûyî ye ku maweyê çend mehan li wê navendê çareserê werdigirin û bi çareserên zanistî yên temam laşê wan ji jehra madeyên hişbir tê pakkirin.
Qonaxa sêyem ji vegerandina wan kesan a nav civakê pêk tê û her sê qonax bi hev ve girêdayî ne."
Li gorî amaran îsal ji serê ve heta gulanê li Hewlêr û Dihokê 622 kes û li Silêmaniyê 388 kes hatine desteserkirin.
Ji wan 622 kesên ku li Hewlêr û Dihokê hatine desteserkirin 283 bikaranîner û 329 bazirgan bûn, di heman dema salê de 169 kîlogram madeyên hişbir jî hatine girtin.
“Eger tedawî ne rast be dîsa li madeyên hişbir vedigerin”
Dr. Rewşit diyar kir ku divê kesên tûşbûyî li civakê bên vegerandin û anî zimên:
"Li gorî wan protokolan ku li ber destê me ne ew li ser wan kesan dimîne. Çi qas îrade ji bo dermankirinê heye? Hawîrdora derdora wî kesî çi qasî guncav e?
Li gorî bingeh ji bo her bikarînerekî sê heta şeş meh pêwîst in lê bi xemgînî beşek ji wan kesên ku dev ji madeyên hişbir berdidin piştî demekê vedigerin û bi kar tînin, ji ber ku ew kesê ku tûş dibe pir tê girêdan.
Mînak ew hevalan ku madeyên hişbir bi kar anîne, ew hawîrdora ku tê de madeyên hişbir bi kar anîne… Ji ber vê divê hemû wan pêwendiya bibire û dermakirina derûnî ji wan re bê kirin, hinek kes tên ji rûyê laşî ve laşê wan tê pakkirin lê ew hawîrdora ku tê de dijîn hîn bi temamî ne guncav e ji bo ku bi temamî dev ji madeyên hişbir berdin, ji ber vê vedigerin bikaranînê.
Li gorî amaran ji sedî 60ê yên ku çareseriyê werdigirin eger li ser bingeheke rast û tendurist tedawî nebin vedigerin ser bikaranîna madeyên hişbir."
Li gorî her welatî lêçûna çareseriya kesên tûşbûyî yên madeyên hişbir diguhere.
Mînak li Amerîkayê 15 hezar heta 30 hezar dolar pêwîst e, li Kanadayê 5 hezar heta 15 hezar û li Ewropayê 3 hezar heta 12 hezar, li Rojhilata Navîn jî 500 dolar heta 3 hezar dolar pêwîst e.
“Lêçûneke zêde pêwîst e”
Dr. Rewşit Reşîd li ser lêçûnên li Kurdistanê got:
"Bi hûrî nehatiye hesabkirin lê ew kesê ku li wî cihî dimîne hemû pêdiviyên wî tên dabînkirin û komeke bernameyên çareseriyê û çalakî hene, heya bi salona sînemayê jî heye.
Bi giştî lêçûneke zêde pêwîst e, wilo bihûne ew kes ji bo maweyî sê mehan li hoteleke pênc stêrî dimîne."
Li gorî wan amarên ku Rûdawê ji navendên rûbirûbûna madeyên hişbir wergirtine, sala 2023yan li Herêma Kurdistanê li her çar parêzgehan 2 hezar û 482 kes bikaranîner û bazirganê madeyên hişbir hatine desteserkirin, ji wê hejmarê 1412 kes bikaranîner û 1070 bazirgan bûn.
Her wiha 482 kîlogram û 124 gram madeyên hişbir hatine girtin.
Sala 2024an hejmara desteserkiriyan kêmtir bû, hemû salê de 1568 kes ji bikaranîner û bazirgan hatin desteserkirin, ji wê hejmarê 737 kes bikaranîner û 831 kes jî bazirgan bûn.
“Datayên rast li ber destê me nînin”
Serperiştê kampanyaya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî digiraniya xwe ya ji ber datayên madeyên hişber veneşart û got:
"Yek ji kêmasiyên rûbirûbûna madeyên hişbir ew e ku datayên rast li ber destê me nînin, Wezareta Karên Navxwe dataya taybet a xwe heye, Wezareta Tenduristiyê dataya taybet a xwe heye û komeke rêxistinên ku kar li ser nehiştina madeyên hişbir dikin dataya xwe heye û cihê ne.
Mînak Wezareta Karên Navxwe pişt bi wan kesan ve dibeste ku li girtîgehan in, Wezareta Tenduristiyê pişt bi wan kesan ve dibeste ku çûne nexweşxaneyan, ji ber vê datayên rast li cem min nînin, nizanim datayên hikûmetê çend in lê ya ku dizanim bikaranînerên madeyên hişbir zêde bûne.
Ew navçe û bajêrên ku li ser sînor in û di pêwendiyê de ne li gel wan welatan ku madeyên hişbir ji wan tên, rêjeya bikaranînê li wan deveran zêde bûye, ji ber ku dibe cihekî transîtê û her tim li cihê transîtê bikaranîn zêdetir e."
“Li ser dengê pîpîka otomobîlan kesek kesekî din dide ber demançeyan”
Dr. Rewşit Reşîdê ku pisporekî derûnî ye amaje bi pêwendiya di navbera zêdebûna tawanan û bikaranîna maddeyên hişbir jî kir û biland:
"Gelo we pirsiye ji hemû wan tawan û hovîtiyên ku di nav civakê de hene, gelo di 10 salên borî de wisa bûbû ku li ser şewqa geş a otomobîlan kesek bê kuştin?
Yan li ser dengê pîpîka otomobîlan kesek kesekî din bide ber demançeyan?
Yan tu endamên malbata xwe bikujî? Van hemûyan pêwistî bi lêkolînê heye.
Di rastiyê de li hemû welatên bipêşketî li beşa lezgîn a nexweşxaneyan dema kesek diçe ku tawan kiriye cara yekê testa xwînê dikin bê ma gelo madeyên hişbir tê de hene yan na.
Bi xemgînî em li dema pêwîst û tawanan vê testê di qonaxa yekem de nakin, di qonaxa duyem de jî ku piştî çend hefteyan e, piştî du yan sê hefteyan jî encama testê dernakeve, ji ber vê bê guman yek ji sedemên zêdebûna tawanên bikaranîna madeyên hişbir ev e."
#VÎDEO - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo rêlibergirtina belavbûna madeyên hişbir dest bi kampanyayekê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 29, 2025
🎙️ Serperiştê Kampanyayê Dr. Rewşit Reşîd pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê dibersivîne 👇👇 pic.twitter.com/cINsmoQPRP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse