Balyozê Bulgaristanê: Paşerojeke geş li pêşiya Rûdawê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Bulgaristanê yê Bexdayê Nikola Draganov ji bo Rûdawê got, "Baweriya min heye ku paşerojeke geş li pêşiya Rûdawê ye."

Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an bi televîzyon, radyo û medyaya dîjîtal dest bi weşanê kir.

Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Balyozê Bulgaristanê yê Îraqê Nikola Draganov ji bo 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê di peyamekê de pîrozbahî li Rûdawê kir.

Balyozê Bulgaristanê yê Îraqê Nikola Draganov bi helkefta 12emîn salvegera weşana Rûdawê got:

"Hêsankarî ji bo karê rojnamegeriyê û piştgirîkirina azadiya derbirînê bingeha sereke ya demokrasî û pirjimariya siyasî ne."

Draganov amaje bi wê yekê jî kir ku nearamiya siyasî û ewlehiyê di salên borî de bandoreke neyînî li ser azadiya karê rojnamegeriyê ya li Îraqê hebûye.

Balyozê Bulgarî got, "Rojnameger di parastina mafên xwe de rastî astengiyan tên û hinek ji wan gef li wan hatine xwarin.

Bi baweriya me li ser azadiya ragihandinê karê zêdetir dikare were kirin."

Draganov tekezî li ser rola dîrokî ya rojnamegeran a li Îraqê kir, bi taybetî "di warên parastina Îraqa nû û têkoşîna dijî terorê de."

Her wiha Draganov hêvî kir ku rojnameger "bi profesyonel û bêalîtî berdewam bin ji bo dilniyabûna li wê yekê ku rûmalên wan rengvedana êşên xelkê û hêviyên wan ên rewa bin" û bikaribin karên xwe "bê tirs" bi cih bînin.

Balyozê Bulgaristanê ku berê Wezîrê Ragihandinê bûye got:

"Bi ezmûna xwe dizanim ku karê rojnamegeriyê çi qasî bi pirsgirêk û daxwazker e.

Ez dixwazim spasiya xwe ji bo fedakarî û hesta berpirsiyariyê ya rojnamegerên Îraqî yên ku azadiya çapemeniyê parastine, pêşkêş bikim."

Balyozê Bulgaristanê derbarê Tora Medyayî ya Rûdawê û karên wê got:

"Dixwazim ronahiyê bixim ser bipêşketina karên Rûdawê û bandora wê li ser asta navxweyî û navneteweyî ku ne tenê bûye çavkaniyeke girîng a nûçeyan ji bo Herêma Kurdistanê, lê belê sala 2023yan, Rûdaw beşdarî konferanseke navneteweyî ya li Bulgaristanê bû.

Baweriya min heye ku paşerojeke geş li pêşiya Rûdawê ye.

Hêvîdar im ku berdewam bin di karkirinê de bi awayekî profesyonel, bibin dengek ji bo vegotina çîrokên cuda, dilniyayî bidin ku xelk agahiyên baştir werdigirin. Hêviya herî baş ji bo hemû tîma we dixwazim."