Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer civiyan.

Her du aliyan tekezî li ser şandina mafên darayî yên gelê Kurdistanê kir.

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Xemîs Xencer pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de behsa rewşa giştî ya Îraqê û amadehiyên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hat kirin ku biryar e meha Çiriya Paşîn a îsal pêk were.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya rêzgirtina  sîstema federal, mafên hemû pêkhateyên Îraqê, hebûna destûrî ya Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî yên gelê Kurdistanê hat kirin."