Li Çewlîgê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê saet 20:14an erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan qewimî.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî agahiyên ku li ser malpera AFADê cih digirin, erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan hatiye tomarkirin ku navenda wê navçeya Gêxiyê ye.

Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 13,56 kîlometreyan de qewimiye.