Konsulê Ermenistanê: Rûdaw di bipêşxistina herêmê de roleke girîng dilîze
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Ermenistanê yê Hewlêrê Rafayel Movsesyan pîrozbahî li Rûdawê kir û got, " Rûdaw medyayeke kalîteya bilind e û di bipêşxistina herêmê de roleke girîng dilîze."
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an bi televîzyon, radyo û medyaya dîjîtal dest bi weşanê kir.
Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
"Rola Rûdawê pir girîng e"
Konsulê Giştî yê Ermenistanê yê Herêma Kurdistanê Rafayel Movsesyan, ji bo 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê di peyamekê de pîrozbahî li Rûdawê kir û got:
"Berî her tiştî dixwazim bibêjim, ez Rûdawê wekî medyayeke kalîteya bilind dinirxînim, bi ya min medyayeke bi vî rengî roleke pir girîng di bipêşxistina herêmê de dilîze."
Movsesyan amaje bi hevkariya di navbera Rûdaw û Konsulxaneya Giştî ya Ermenistanê ya Hewlêrê kir û got:
"Em haydarî wê hevkariyê ne ku di navbera Rûdaw û Konsulxaneya Giştî ya Ermenistanê li Hewlêrê de heye. Pêwendiya hemû konsulên berê bi Rûdawê re hebû."
Wekî mînakek ji hevkariyan, Konsulê Ermenistanê behsa belgefîlma "Mistefa Paşa Yamulkî" kir û ragihand:
"Ew belgefîlma ku behsa jiyana efserekî Kurd dike di serdema Osmaniyan de li 1919 û 1920î ku têkoşîna wî ji bo dadmendiyê bû, ji aliyê Rûdawê ve û bi hevahengiyeke nêzîk a Konsulxaneyê hatiye berhemanîn."
Di dawiya peyama xwe de, Rafayel Movsesyan hêvî kir ku "hevahengî û hevkariya zêdetir bi Rûdawê re bikin" û got:
"Dixwazim vê derfetê bi kar bînim û bi minasebeta 12emîn salvegerê, pîrozbahiyê li Rûdawê bikim. Hêviya bextê her baş ji we re dixwazim."