SÊRT - Dema Furkanê 24 salî bi gokê dilîst dilê wî sekinî û mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di maça futbolê de krîza dil li ciwanekî da û ew mir.
Şeva borî li navenda Sêrtê di maça futbolê ya li qada xalîçe krîza dil li Furkan Ozerê 24 salî da û rewşa wî ya tenduristiyê têk çû.
Li ser agahdarkirina hevalên wî, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Furkan bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Bijîşkan hewl da wî rizgar bikin lê ciwanê 24 salî ji destên mirinê xelas nebû.
Termên Furkan piştî karên otopsiyê radestî malbata wî hat kirin.
Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kameraya qada xalîçe ya futbolê ve hatine girtin.