Barzanî û Holand li Parîsê civiyan

29-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Parîsa paytexta Fransa digel serokê wî welatî Franwa Holand hevdîtin pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (29.06.2013) serdana Fransa kir û li Parîsê digel serokomarê wî welatî Franswa Holand hevdîtin pêk anî.

Di civînê de Barzanî û Holand li ser pêwendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê bi taybet li ser pêwendiyên aborî yên navbera her du welatan û çawaniya pêşxistina wan gotûbêj kirin.

Barzanî di civînê de diyar kir ku pêwendiyên navbera Kurdistan û Fransa kûr û dîrokî ne û gelê Fransa hertim alîkar û piştevanê doza gelê kurd bûye û ji ber wê jî di civîna han de li ser çawaniya bihêzkirin û xurtkirina wan pêwendiyan hat axaftin.

Barzanî û Holand her wiha li ser rewşa Sûriyê û rola kurd di avakirina sîstemek demokratîk li welatî hat gotûbêjkirin. Barzanî derheqê Sûriyê de wiha got: “Gelê kurd ji bo demokrasiyê xebat dike û û arîşe û aloziyên Sûriyê jî tenê bi rêka demokrasiyê tên çareserkirin.”

Li ser nakokiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî behsa serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Iraqê bo Hewlêrê kir û diyar kir ku niha diyalog di navbera her du aliyan de destpê kiriye.

Di serdana Barzanî de bo Fransa, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, şêwirmendê encumena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hinek rayedarên din pê re bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst