Balafiran li Nemrûd li DAIŞê didin

29-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li nahiyeya Nemrûdê ya parêzgeha Mûsilê li çeper û navendên DAIŞê didin.

Fermandarê Hêza 1 a Zêrevanî, Serdar Erîf Cebar ji Rûdawê re ragihand: “Beriya kêlîkekê balafirên şer li gundê Ebzex yê ser bi nahiyeya Nemrûdê ya navçeya Hemedaniye li çeper û navendên DAIŞê dan.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di wê bombebaranê de, otomobîleke çekdarên DAIŞê bû armanc û balafir hêj li ser asmanê deverê ne.”

Roja 19ê vê mehê jî, piştî ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin agahdarkirin, dîsa balafiran li wî gundî li kombûneke çekdarên DAIŞê dan û li gorî agahiyên Rûdawê di encamê de çend otomobîlên DAIŞê hatin têkbirin, herwiha ew çekdarên li wir bûn hemû hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst