Bajarê Dara yê Bakurê Kurdistanê pêşwaziya bi hezaran geştyaran dike

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê dîrokî “Dara” an jî “Darê” ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye û her sal mazûvaniya hejmareke mezin a geştiyaran dike . Ligel hatina demsala havînê, salane bi hezaran geştyar serdana vî bajarî dikin. Bajarê Dara di serdema Romaniyan de bo parastina sînorên Împaratoriya Romaya Rojhilat li beramber Sasaniyan wek bingehekî leşkerî hatiye avakirin.

 

Bajarê dîrokî Dara  30 kîlometre dûrî navenda Mêrdînê û ser bi bajarokê Artuklu ye. Dîroka bajêr vedigere 2 hezar û 300 sal berî niha. Ligel hatina demsala havînê, salane bi hezaran geştyar serdana dêr, koşk, bazar, girtîgeh, topxane û çendîn şûnwarên din ên bajêr dikin.

 

Rêkxerê Kompanyaya Geştyarî Gokmen Sozen dibêje: "Pirkulturiya Mêrdînê, dîrok û kultura wê ya dewlemend a xwarinê, li Tirkiye û dinyayê pêdiviya wê bi nasandina zêdetir heye. Em li Dara ne, evder cihekî gelekî girîng e bo Tirkiyê. Ne tenê bo kesên ji derve tên, bo navxweyê Tirkiyê jî cihekî geştyarî yê girîng e."

 

Bajarê Dara di serdema Romaniyan de bo parastina sînorên Împaratoriya Romaya Rojhilat li beramber Sasaniyan wek bingehekî leşkerî hatiye avakirin. Serdema xwe ji ber ku dikeve ser Rêya Hevrîşim, di warê olî, civakî û bazirganî de pêgeheke wê ya girîng hebû.

 

Geştyar Kuzey Yilmaz jî got: "Em ji Wanê hatine vê derê,  me gelekî dixwest vê derê bibînin. Me berdewam bi rêya torên civakî didît. Bajarê Dîrokî Dara, di warê dîrok û kulturî de hestekî gelekî cuda li ba me çêkir, piştre me derbarê dîroka bajêr de lêkolîn kir. Divê em xwedî li dîroka xwe derkevin. Divê em dîroka xwe binasin."

 

Geştyara bi navê Merve Yalçin jî wiha axivî: "Me gelek tişt li ser vê derê bihîstibûn. Digotin bajarê dîrokî Dara, efesa rojhilat e, bi rastî jî dibe wiha be. Em hatin vê derê, gelekî xweş bû, em li bendê ne hun hemû serdana vîr bikin."

 

Sala 1986ê yekem car di pratîkê de karê kolandinê li vî bajarî destpê kir. Herçiqas 33 sal e kolandin û pişkinîn berdewam in, herwiha heta niha çendîn eserên dîrokî yên serdemên cuda hatine dîtin ku bale dixe ser dîroka deverê, lê ji ber nebûna piştgiriyeke darayî ya bihêz, tenê perde ji ser ji sedî 10ê şûnwarên bajêr hatiye hilandin.

 

Muxtarê Taxa Dara Îbrahîm Bilgiç jî da zanîn ku di jêr çavdêriya Wezareta Kultur û Geştyarî de, li wê derê karkirin berdewam e, û wiha pê de çû: “Gelek geştyar serdana vê derê dikin. Em li benda geştyarên zêdetir in. Ev cihê niha lê sekinî me, goristaneke sê qatî ye ku berî zayînê bi 500 sal di serdema Roma de hatiye çêkirin. Ev qata yekem a goristanê ye, qata duyem cihê veşartina malbatên serkirdeyan bûye di wê serdemê de û li qata sêyem jî goristaneke bikom heye."

 

Dara ku cihekî bê wêne ye û yek ji qedîmtirîn cihê niştecihbûnê yê Bakurê Kurdistanê tê hesabkirin, bi sûreke 5 kîlometreyî hatiye dorpêçkirin. Ev bajarê dîrokî bi sarinc û mozaîkên xwe wek muzexaneyeke vekirî ye. Li gor amarên fermî yên Wezareta Geştûguzarî ya Tirkiyê, îsal gelekî xwestek li ser heye û li gor 2 salên derbasbûyî hatina geştyaran bo vê navçeyê ji sedî 500 zêde bûye.