Konsulê Îranê: Telefona Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî nîşana kûrahiya pêwendiyên her du aliyan bû
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan ew gotegot red kirin ku dibêjin, piştî şerê navbera Îran û Îsraîlê, eger kesek ji Herêma Kurdistanê biçe Îranê, li wî welatî dê were desteserkirin.
Mihemed Mehmûdiyan di heman demê de spasiya Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê jî kir ku helwesteke wan a "baş" hebûye.
Konsulê Giştî yê Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan di kongreyeke rojnamegeriyê de derbarê şerê welatê xwe yê li gel Îsraîlê, bertek û helwestên welatên cîran û bi taybetî helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser şer, û bandora şer li ser peywendiyên siyasî û bazirganî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de axivî.
Mihemed Mehmûdiyan di destpêka axaftina xwe de amaje bi şerê navbera Îran û Îsraîlê kir û got:
"Tevahiya cîhanê bi çavên xwe dît ku em gelekî mezlûm bûn û ti caran me ji bo êrişkirinê destpêşxerî nekir.
Tişta me kir, tenê parastinek bû di çarçoveya mafê me yê rewa de ji bo parastina welatê xwe."
Mehmûdiyan got, "Rejîma Siyonîst li benda wê yekê bû ku gelê Îranê li dijî hikûmetê serî hilde, lê ev tişt ti caran rû neda.
Tevî wan pirsgirêkên ku hene gel û cemawer li pişt hikûmet, leşker, artêş û Supaya Pasdaran sekin.
Ew parastina bihêz a gelê Îranê û Hikûmeta Îranê bû sedem ku dijmin paşde vekişe û dev (ji êrişên xwe) berde."
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê, ew gotegot red kirin ku dibêjin, piştî şerê navbera Îran û Îsraîlê, eger kesek ji Herêma Kurdistanê biçe Îranê, Îran wî destgîr dike.
Wî tekez kir ku ev cure gotegot pîlangêriya Îsraîlê ye ji bo têkdana peywendiyên her du aliyan.
"Desteserkirin ne rast e"
Derbarê vê yekê de Mihemed Mehmûdiyan got, "Niha propagandeyek belav kiriye ku eger kesek ji Herêma Kurdistanê biçe Îranê, Îran wî desteser dike, ev yek bi ti awayî ne rast e.
Wekî ku min di hevpeyvîneke medyayî de çend roj berê got, di germiya şer de sînorên Îranê vekirî bûn û dan û standina bazirganî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de berdewam bû."
"Pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re bihêz in"
Mehmûdiyan her wiha got, "Rejîma Siyonîst ji bo xapandina xelkê her rêyê diceribîne.
Niha ku dibîne gelê Îranê berevaniyê dike, propagandeyên wiha belav dike da ku xelkê Herêma Kurdistanê neçin Îranê.
Lê ne haydar e ku pêwendiyên me gelekî bihêz in; pêwendiyên çandî, manewî, siyasî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ji wê yekê gelek bihêztir in ku propagandeyên bi vî rengî bandorê li ser wan bikin."
Mehmûdiyan tekezî li ser vê yekê kir, "Pêwendiya me ya dîrokî ku ji mêj ve dest pê dike, ev gotegotên lerzok ên rejîma Siyonîst bandorê lê nakin."
Di bersiva pirsekê de ku gelo şer dê çi bandorê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bike, Mehmûdiyan ragihand:
"Tiştek ji ti şerî nayê pêşbînîkirin û em hêvîdar in ku metirsiya şer ji bo ti welatekî din belav nebe.
Em hêvîdar in ku pîlangêriyên rejîma Siyonîst ên li dijî Îran, Îraq û gelên herêmê li wê bi xwe vegere."
Derbarê helwesta welatên herêmê, bi taybetî jî helwesta Îraq û Herêma Kurdistanê ya li ser şerê navbera Îran û Îsraîlê, Mihemed Mehmûdiyan got:
"Bi kêfxweşî helwesta welatên misilman ên cîran baş bû. Erebistana Siûdî, Îraq, Komkara Erebî û Yekîtiya Welatên Îslamî helwestên baş nîşan dan.
Berpirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê û di nav wan de birêz Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Yekîtiya Niştimanî û partiyên din jî helwestên wan baş bûn.
Pêwendiyeke têlefonî di navbera Serokê Herêmê û wezîrê karên derve de çêbûye û ev jî nîşana kûrahiya pêwendiyên her du aliyan e."
Konsulê Giştî yê Îranê li Silêmaniyê her wiha got:
"Em hêvîdar in hemû welat û gel bizanibin ku dijminê wan ê serekî rejîma Siyonîst e û pêwîst e êrişên Amerîka û rejîma Siyonîst bên şermezarkirin."
"Dron ne yên Îranê bûn"
Derbarê wan dronên ku di dema şer de li nav axa Herêma Kurdistanê ketibûn xwarê, berpirsê Îranî got:
"Dron ne yên Îranê bûn lê bêguman Îsraîl li her derê xerabiyê dike.
Îsraîl rêzê li ti sînorî nagire û guh nade ti yasayê, ji ber ku pişta xwe bi zordariya cîhanî, Amerîkayê, girêdaye."
Konsulê Giştî yê Îranê li Silêmaniyê herwiha red kir ku şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê bandoreke xirab li ser pêwendiyên aborî û dan û standina bazirganî ya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kiribe û got:
"Spas ji Xwedê re ku bandor nekiriye. Di dema şer de min çavdêriya hemû sînoran dikir, hemû jî vekirî bûn.
Dan û standina bazirganî tê de dihate kirin û kelûpelên Îranî li bazarên Herêmê hebûn."
Derbarê danûstandinên niha yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û gelo Îran çawa dikare alîkariya wan bike da ku bigihîjin encamekê, Mihemed Mehmûdiyan got:
"Min ji nûçeyan bihîstiye û divê Bexda û Herêma Kurdistan bi hev re rûnên û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Îran jî her tim piştgiriya diyalogê dike û diyalog bingeha çareserkirina pirsgirêkan e. Bi hêviya ku çareseriyek bê dîtin."
Konsulê Giştî yê Îranê li bajarê Silêmaniyê tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Îranê ya ji bo Filistînê kir û ragihand:
"Ji bo Îranê şanazî ye ku piştgiriya gelê Filistînê dike.
Serokwezîrê rejîma Siyonîst ragihandiye, sedema êrişkirina ser Îranê, piştgirî û parastina wî welatî ya ji bo Xezayê bûye.
Ji bo me şanazî ye ku em berevaniyê li hemû gelên mezlûm bikin."
Li gorî gotina Mihemed Mehmûdiyan, "Pîlangêriyên Amerîka û rejîma Siyonîst bi dawî nabin û her roj li dijî gelekî pîlanan dikin."