Revandiyekî din ê Kurd ê Êzidî hat rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê Kurd ê Êzidî yê bi navê Rewend Nayif Telo pişt revandina DAIŞê bi 11 salan hat rizgarkirin.
Rewend Nayif Telo, navê wî xortê Kurd e ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin. Ew xort, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û wekî şehîd hatibû tomarkirin.
Rewend bi hewlên Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê hatiye rizgarkirin.
Rewend xelkê gundê Xanesorê Şingalê ye, niha temenê wî nêzîkî 18 salan e û di dema revandina wî de tenê heft salî bûye.
Ew li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê hatiye azadkirin.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ew xort endamê malbateke 7 kesî ye ku tevahiya endamên malbata wî jî hatibûn revandin.
Li gorî amarên dawî yên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku îro gihîştine destê Rûdawê, ji tevahiya 6,417 Kurdên Êzidî yên ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, heta niha 3,587 kes ji wan hatine rizgarkirin.