DEM Partî, HAK-PAR, PAKURD, PSK û PWKyê di salvegera bidarvekirina Şêx Seîd de peyam weşandin
Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî di salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û rehevalên wî de peyam weşandin.
Di ser bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û 46 rêhevalên wî re 100 sal derbas bûn.
Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê li dijî Komara Tirkiyeyê serhildanek da destpêkirin lê serhildana wî bi ser neket û Şêx Seîd û rêhevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di peyama xwe ya nivîskî de anî ziman:
“Di 100emîn salvegera qetilkirina wî de em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî li dijî înkar, îmha û êrişa li ser îradeya gelê Kurd.
Ew têkoşîna dîrokî îro hîn jî dewam dike û îro em nêzîktirî aştiyeke mayînde be.
Di vê pêvajoya dîrokî de em bang li desthilatê dikin ku gora Şêx Seîd û hevalên wî bê aşkerakirin.
Ev gav dê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe gaveke gelekî hêja.”
HAK-PAR: Agirê azadiyê yê ku Şêx Seîd û hevalên wî vêxist qet venemiriye
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî di peyama xwe de got:
“Di salvegera 100emîn bidarvekirina wan de em Şêx Seîd û hevalên wî bi rehmet û rêzdarî bi bîr tînin.
Di pêvajoya damezirandina Komara Tirkiyeyê de, piştî ku rejîma Kemalist sozên ku dabû Kurdan înkar kir, hebûna Kurdan tune hesiband û polîtîkayên zilmê yên giran xist meriyetê, Şêx Seîd û hevalên wî 13ê Sibata 1925an li Pîrana Amedê serî hilda.
13ê Sibatê ew roj e ku Kurdan biryardariya xwe ya têkoşîna ji bo mafên xwe yên rewa, înkar û polîtîkayên asîmîlasyonê û dagirkeriyê ragihand ku ew dê qet serê xwe netewînin.
Şêx Seîd û 46 hevalên wî ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ya Rojhilat ve hatin darizandin û 29ê Hezîrana 1925an li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin îdamkirin.
Zalimên ku Şêx Seîd û hevalên wî îdam kirin, cihên gorên wan jî veşartin.
Lê belê agirê azadiyê yê ku Şêx Seîd û hevalên wî vêxist qet venemiriye.
Kurd ji bo azadiyê her tim têkoşiyan û îro jî didomînin.
Wekî HAK-PARê em di salvegera 100emîn a îdamkirina wan de Şêx Seîd û hevalên wî bi rehmet û rêzdarî bi bîr tînin.”
PAKURD: Ma dawayê înan xwû vîra nêkenê
Partiya Kurdistanî (PAKURD) di peyama xwe ya salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û rehevalên wî de anî ziman:
"Ma Şêx Seîd û embazanê ey, bi hurmeta anê xwû vîr û dawayê înan xwû vîra nêkenê.
Hendo ki dinya weş bo, ê dê meraq û kederê ma bê."
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
Partiya Welatparêzên Kurdistan (PWK) di salvegera 100emîn a îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya PWKyê de hat destnîşankirin ku “Şêx Seîdê ku Serokê Tevgera Neteweyî ya Kurdan a 1925an e, bi awayekî neqanûnî hatiye îdamkirin” û bangî Tirkiyeyê hat kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin:
“Serokê Tevgera Neteweyî ya Kurdan a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên wî, beriya 100 salan di 29.06.1925an de ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve hatin îdamkirin.
Şêx Seîd û hevalên wî di encama darizandineke neqanûnî de ku dadgeheke korsan, hiqûqa navneteweyî jî bin pê kir, li Amedê hatin îdamkirin.
Dewleta Tirkiyeyê heta îro cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî ji malbatên wan û gelê me re eşkere nekirine.
Divê Dewleta Tirkiyeyê ji ber van îdaman lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze û cihên gorên şehîdên me eşkere bike.
Doza ku Şêx Seîd û hevalên wî jiyana xwe ji bo wê feda kirin, bi şehadeta bi sed hezaran neviyên Şêx Seîd, bi têkoşîneke welatparêzane, heta îro jî li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike.
Şêx Seîd û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, mîna 70 milyon Kurd û hemû Kurdistaniyan, li benda mizgîniya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.
Ruhê şehîdên azadiyê, bi destkeftiyên li her parçeyeke Kurdistanê û bi statuyên neteweyî, erdnîgarî û siyasî yên ku dê bên bidestxistin, şad dibe.”
PSK: Şêx Seîd sembola têkoşîna me ya azadiyê ye
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî di salvegera 100emîn a îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:
“Li ser şehadeta rêberên tevgera azadiya neteweyî ya Kurd a 1925an Şêx Seîd û hevalên wî 100 sal derbas bûn.
Di destpêka sedsala borî de, hêzên emperyalîst û dewletên herêmî yên kolonyalîst welatê Kurdan Kurdistan, kirin çar parçe û di navbera xwe de parve kirin. Di encama vê pêvajoyê de, ku bi Peymana Skyes-Pîcot dest pê kir û bi Peymana Lozanê temam bû, yekparçeyiya neteweyî ya gelê Kurd hate perçekirin.
Piştî ku rêveberiya Kemalîst a li Tirkiyê hebûna dewleta nû bi Peymana Lozanê di asta navneteweyî da da qebûl kirin, ew hemû sozên ku dabûn Kurdan ji bîr kirin. Bi Destûra Bingehîn a sala 1924an re, nasnameya neteweyî û hebûna gelê Kurd hate paşguhkirin. Gelê Kurd jî bi mafdarî li dijî vê pergala neheq derket û li ber xwe da ku tê de Tirk wekî yekane serwer û efendî dihatin hesibandin û Kurd jî statuya koletiyê digirtin.
Di sala 1925an de, di bin serokatiya Şêx Seîd de, gelê Kurd li dijî sîstema kolonyalîst a ku ji hêla dewleta Tirk ve li ser wan hatibû ferzkirin derket û ji bo Kurdan daxwaza azadiya neteweyî kir.
Hikûmeta Kemalîst daxwaza azadiya gelê Kurd bi xwînê tepeser kir. Şêx Seîd û 48 hevalên wî, ku daxwaza azadiya neteweyî dikirin, di 29ê Hezîrana 1925an de, di encama darizandinek sexte û di çarçoveya qanûna dijminane de bi hovane hatin îdamkirin. Di heman pêvajoyê de lê di tarîxên cuda de, Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyît Abdulkadîr, navdarên Kurd ên wekî Dr. Fuat, Serokê Cemiyeta Azadîyê Cibranlî Halît û Ziya Beg, ku li Bedlîsê girtî bûn û hevalên wan hatin şehîd kirin.
Em di şexsê rêberê mezin Şêx Seîd de, ku 100 sal berê ji bo daxwazên azadiya neteweyî yên rewa ên gelê Kurd canê xwe fida kirin de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdari bi bîr tînin.
Ew nemir in.
Dewleta Tirk ne tenê Şêx Seîd û bi sedan hevalên wî bi rêbazên dijminane û neheq darve kir, lê di heman demê de goristan jî ji bo wan pir zêde dît.
Di sedsala borî de, rêvbirên Tirkiyeyê li Kurdistanê siyasetek kolonyalîst rêvebirin. Komkujî, operasyon û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê li dijî gelê Kurd bênavber domandin. Wan siyasetek zext û asîmîlasyonê ya sîstematîk pêk anîn da ku ziman û çanda Kurdî tune bikin û nasnameya Kurdî ji holê rakin.
Li himberê vê siyaseta înkar û tunekirinê, gelê Kurd jî di sedsala borî de têkoşînek bênavber û bi biryar ji bo azadî û rûmeta neteweyî domand.
Di dawiya 100 salan de, siyaseta înkar, asîmîlasyon û şer a Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd têk çûye. Dema ku xwestîye daxwaza gelê Kurd a ji bo azadiyê bitepisîne, Tirkiyeyê gelê xwe mehkûmî xizanî, tarîtî û şovenîzmê kiriye. Di sedsala borî de, dema ku gelê Kurd rastî wehşetên mezin hat, Tirk jî neçar man ku di jiyanek kevnar, otorîter û tundûtûj de bijîn.
Tecrubeyên 100 salî eşkere kiriye ku di şer de serketî tune ne. Kesên ku ji siyaseta înkar û şer winda kirine, hem Kurd û hem jî Tirk in.
Siyaseta dijî-kurd ne tenê li Tirkiyeyê, lê di heman demê de li Rojhilata Navîn jî emre xwe qedandiye. Tunela tarî gihîştiye dawîyê. Pêvajoya rizgariya gelê me, ku di sala 1991an de li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, îro li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
Divê Tirkiye êdî dev ji siyaseta dijî-kurd berde. Divê hemû mafên gelê Kurd ên ji neteweya wan tê nas bike.
Di vê çarçoveyê de, gava yekem ku divê were avêtin ev e ku di zûtirîn dem de gorên wêrankirî yên Şêx Seîd û hevalên wî werin eşkerekirin. Di heman demê de, divê darizandinên 1925an bi hemû encamên xwe ve wek neqanûnî û bêhikum werin ragihandin.
Di 100 saliya şehadeta wan de, em rêberê mezin Şêx Seîd û hevalên wî bi rêz, evîn û hesretêk mezin bi bîr tînin.
Şêx Seîd sembola têkoşîna azadiya gelê Kurd e, hafizeya rihê berxwedanê ye, ala baweriya me ya bi serkeftinê ye. Ew nirx û rûmeta me ya neteweyî ya herî mezin e. Em soz didin ku em ê li ser rêya ku wî vekiriye bimeşin û ala ku wî bilind kiriye qet danexin. Em sond dixwin ku em ê dilsozê kevneşopiya têkoşînê ya Şêx Seîd û hevalên wî bimînin.
Ew dê di têkoşîna me û di dilê me de her û her bijîn.”