Şêx Seîd û rêhevalên wî li Rihayê hatin bibîranîn
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Şêx Seîd û rêhevalên wî hatin bibîranîn.
Komele, weqf, cemaet, partiyên siyasî û şexsiyetên serbixwe yên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û rêhevalên wî de li Qada Topçuyê bi Kurdî û Tirkî daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di ser bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û 46 rêhevalên wî re 100 sal derbas bûn.
Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê li dijî Komara Tirkiyeyê serhildanek da destpêkirin lê serhildana wî bi ser neket û Şêx Seîd û rêhevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.
Daxuyaniya Tirkî ji aliyê çalakvanê mafên mirovan parêzer Şehmus Ulek ve û ya bi Kurdî jî ji aliyê endamê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê û endamê Komîsyona Zimanê Dayîkê parêzer Nurullah Kuçukoglu ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Îro em li vir kom bûne da ku 100emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî ku 29ê Hezîrana 1925an li Meydana Dagkapiyê ya Amedê hatin îdamkirin, bi bîr bînin.
Wekî tê zanîn, piştî hilweşîna Dewleta Osmanî, gelek neteweyan dewletên xwe ava kirin lê Kurdan ji bo parastina dewletê bi Tirkan re şer kir û bi sedan hezar canên xwe ji dest da lê mixabin, sozên otonomiyê yên ku ji Kurdan re hatibûn dayîn, nehatin bicihkirin.
Mustafa Kemal ji aliyekî ve digot Kurd û Tirk birayên dînî ne û divê bi hev re xîlafetê biparêzin lê ji aliyekê din ve, li dijî Kurdan propaganda kir û peyman bi Îngilîz û Ermenan re îmze kirin.
Di Peymana Lozanê de jî navê Kurdan nehat behskirin û mafên wan ên neteweyî hatin înkarkirin.
Di sala 1924an de, bi Qanûna Esasî re, nasnameya Kurdî bi fermî hate înkarkirin û sala 1925an bi Plana Islahatê ya Rojhilatê, axaftina Kurdî jî hate qedexekirin. Ev înkar hîn jî berdewam e.
Dewletê, bi rakirina xîlafetê û girtina medreseyan, Kurd hem ji aliyê neteweyî hem jî ji aliyê dînî ve xapand. Li ser vê yekê, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî li dijî vê bêedaletiyê serî hilda.
Lê di encama provokasyonekê de serhildanê dest pê kir, dewletê bi piştgirîya Îngilîz û Fransiyan ev tevger tepisand.
Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin girtin û 29ê Hezîrana 1925an hatin îdamkirin.
Cenazeyên wan bêyî teslîmkirina malbatan, li nêzîkî Meydana Dagkapiyê hatin veşartin û cihên gorên wan veşartî man. Ev yek ji bo jêbirina bibîranîna wan bû lê Şêx Seîd û hevalên wî di dilê miletê Kurd de bûn nirxên neteweyî.
Gorên şehîdên me hîn jî veşartî ne, ev yek li gorî hiqûqa Îslamê û navneteweyî nayê qebûlkirin.
Her wiha, tevî ku sala 1938an biryarên Dadgehên Îstîklalê hatin betalkirin, cihên gorên van kesayetiyan hîn jî nayên eşkerekirin, ev tê wê wateyê ku ev mesele sîyasî ye û ne hiqûqî ye.
Şêx Seîd Efendî ji bo maf û azadîya Kurdan sembola têkoşînê ye, bibîranîna mîsyona berxwedanê ye.
Şehîdên me rûmeta me ne.
Em Şêx Seîd Efendî û hevalên wî di 100 saliya şehadeta wan de bi rehmet û rêzdarî bi bîr tînin.
Em bang dikin ku ji bo edalet û aştîya civakî, cihên gorên Şêx Seîd Efendî, hevalên wî, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û Pîr Seyîd Riza werin eşkerekirin û ji miletê Kurd lêborîn were xwestin.”
#VÎDEO - Şêx Seîd û rêhevalên wî di salvegera bidarvekirina wan de li navenda Rihayê hatin bibîranîn#ŞêxSeîd pic.twitter.com/D5Th9dYNtJ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 29, 2025