GGC ji TGFyê cuda bû: ‘Em nikarin bibin alîgirê nijadperestiyê’
Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) ji Federasyona Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGF) cuda bû.
Endamên Lijneya Birêveberiya GGCyê li Kampusa Sumerparkê ya Amedê li ser peyrewa navxweyî ya cemiyetê civîneke awarte li dar xist.
Di civînê de hin xalên peyrewê hatin nûkirin. Xala rojevê ya herî balkêş biryara cudabûna ji Federasyona Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGF) bû.
Di encama dengdanê de GGC bi awayekî fermî ji TGFyê cuda bû.
Serokê GGCyê Felat Bozarslan, di civînê de sedemên biryara cudabûna ji federasyonê bi hûrgilî ji raya giştî û Lîjneya Birêveber a GGCyêre eşkere kir.
Bozarslan diyar kir ku GGC bi salan yek ji pêkhateyên herî xurt û bi bandor ên TGFyê bû lê federasyonê bi demê re wesfa xwe ya wekî rêxistineke pîşeyî ya medyayê winda kiriye.
"Li hemberî gotara nijadperest a ku Kurdan dike hedef bêdengî, pêvajoya cudabûnê da destpêkirin"
Serokê GGCyê anî zimên ku bûyera ku pêvajoya cudabûna pêwendiyên GGCyê yên bi TGFyê re daye destpêkirin, nivîseke nijadperest bû ku di Kanûna 2024an de di koma WhatsAppê ya federasyonê de hatibû parvekirin û eşkere ku di wê nivîsê de derbarê Kurdan gotinên nefretê hebûn.
Bozarslan da zanîn ku kesê nivîs parve kiriye endamê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a TGFyê ye û wiha got:
"Nivîs bi saetan di komê de ma, ne hate rakirin û ne jî lêborîn hate xwestin.
Rêveberiya federasyonê bêdeng ma."
Piştî vê bûyerê, rêveberiya GGCyê ji peywirên xwe yên di Lijneya Şêwirmendiya Bilind, Konseya Serokan û Delegasyona Kongreyê îstifa kiribû.
Bozarslan da zanîn ku tevî îstifayan jî, ji rêveberiya TGFyê ti kesî pêwendî bi wan re nekir û TGFyê li ser mijarê ti daxuyanî neda.
Serokê GGCyê di berdewamiyê jî de got, “Em vê zîhniyetê nas dikin. Divabû me bi awayekî xurt ragihanda ku em nikarin di nav nêzîkatiyên faşîst û nijadperest de cih bigirin."
"Jiyan, ji bo me sekneke birûmet e"
Bozarslan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wergirtina vê biryarê ji bo GGCyê berpirsiyariyeke wijdanî û exlaqî ye û wiha domand:
"Em wisa difikirin ku divê em di nav avahiyeke ku tê de gotarên nijadperest û faşîst tên vegotin û ji aliyê rêveberiyê ve tên normalîzekirin de cih negirin.
Bi biryara ku hûn dê îro bidin, derketina ji bin vê sîwanê, ji bo me hem berpirsiyariyeke wijdanî û hem jî exlaqî ye.
Heta îro ti feydeya vê federasyonê ji me re nebûye. Berevajî, li ser pişta me bûye wekî barekî giran. Êdî dema wê hatiye ku em vî barî ji ser pişta xwe bavêjin.
Ji ber ku em yek ji rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên herî xurt û bi rûmet ên Tirkiyeyê ne.
Em ne mecbûr in bi saziyên ku mîsyona xwe winda kirine, rêya xwe şaş kirine û ji nirxên xwe dûr ketine re bimeşin.
Em dê riya xwe bi xwe xêz bikin û bi hev re ber bi rojên xweştir ve bimeşin.
Jiyan ji bo me ji bilî sekneke birûmet ne tiştekî din e û îro li vir, em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat dê vê sekna birûmet nîşan bidin."
Di dengdana ku di dawiya civînê de hat kirin de endamên endamên Lijneya Birêveberiya GGCyê biryara cudabûnê ji TGFyê dan.
Bi vî awayî, GGC piştî gelek salan bû yekemîn rêxistina mezin a pîşeyî ya çapemeniyê ya herêmî ku ji TGFyê cuda bû.