Hevdîtinên MSDê li Şamê ji bo nexşrêya sûriyeke nenavendî
Hewlêr (Rûdaw) – Bi serdana şandeke payebilind a Encûmena Sûriyeya Demokratîk, li Şama paytexta Sûriyê hevdîtin ji bo komîteyên nexşerêya sûriyeke nenevendî hatin encamdan.
Şanda Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), ku li ser vexwendina hikûmeta Sûriyê serdana Şamê kiribû, piştî 2 rojan ji danûstandinan roja Înê vegeriya Qamişlo.
Yek ji armancên van hevdîtinan ew bû ku komîteyên hevbeş, di navbera MSDê û hikûmeta Sûriyê de bêne damezrandin. Li gorî daxuyaniya MSDê û serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem), armanc ji van hevdîtinan, danîna nexşerêyekê ye, ji bo pêşxistina danûstandinan û pêgihiştina bi sûriyeke nenavndî, ku dewleteke xwedî serwerî û desthilat be.
Armanc jê ew e jî, ku bingehek ji bo destpêkirina diyalogeke berfireh bê danîn, bi mebesta çareserkirina kêşeyan û bidawîanîna rewşa şer û pevçûnê.
Hevserokê Enûcûmena Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar di daxuyaniyeke xwe de, tekezî li ser wê yekê kir, ku ew daxwaza vegerandina zeviyên vî welatî ji bo destê dewletê dikin. Bi gotina Derar jî, armanca wan ew e ku ew, piştî çareseriya siyasî, bigihêjin dewleta ku ew dixwazin.
Ev pêşhate, di demekê de tê, ku hikûmeta sûrî, nêzîkî 60% ji zeviya ku ji sala 2011an ve, jidest dabû, careke din vegerande jêr kontrola xwe.
HSDê jî derdora 30% ji rûberê vî welatî, ku 185 kîlometre çargoşe ye, xistiye jêr kontrola xwe.
Li wan navçeyên HSDê jî 90% ji petrol û xaza vî welatî û girîngtirîn berhemên çandiniyê û bendav hene. Bi wateya ku HSDê, piştî artêşa sûrî, duyem hêz e, ku li ser zeviyê desthilatdar e.
Hevserokê MSDê nîşan bi wê yekê da, ku hikûmetê daxwaza deriyên sînorî ligel Iraq û Tirkiyê kiribû, lê wan heta niha ew derî radestî hikûmetê nekirine. Herwiha hikûmetê daxwaza şandina hêzên ewlehiyê bo navçeyên rojhilatê Çemê Ferat jî kiribû, lê hêj ev yek nehatiye cîbicîkirin.
Şanda MSDê jî, tekezî li ser vegerand xizmetguzariyê û dabînkirina elektrîkê û xwendinê kiribû, berî behskirina mijara kontrolkirina deriyên sînorî û şandina hêzên ewlhî.
Derbarê çûn û hatin û serdana vê şandê, heta niha hikûmetê ti zanyarî ranegihandiye. Heta niha jî, nehatiye eşkerekirin, ku hejmara wan komêteyan çend e, yan jî kengî û çawa wê bêne damezrandin, lê hatiye ragihandin ku ev komîte wê li ser mijarên siyasî, leşkerî, ewlehî, abûrî, xizmetguzarî û yasayî kar bikin. Her komîteyek wê xwedî erkên taybet be.