Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku du gerîlayên Hêzên Parastina Jinê (HPJ), Arîn Qoser û Tolhildan Nûman di 15ê Tîrmeha 2024an de li Asosê canê xwe ji dest daye.
YRKyê nasnameya 2 gerîlayên HPJyê eşkere kir û got, "15ê Tîrmeha 2024an 2 hevrêyên me yên bi navê Arîn Qoser û Tolhildan Nûman dema li ser erkê xwe ya şoreşgerî bûn gihiştin şehadetê."
Di daxuyaniya YRKyê de hat gotin ku meha tîrmehê di dîroka tevgera wan de xwedî cihekî girîng e û hat eşkerekirin ku her du gerîlayan jî li ser bingeha "riha berxwedana 14ê Tîrmehê" tekoşîn kiriye.
YRKyê, sersaxî ji malbatên her du gerîlayan û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên wan ducare kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:
Arîn Qoser: Navê wê yê fermî Zîlan Esen e û ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye. 15ê Tîrmeha 2024an li Çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.
Tolhildan Nûman: Navê wê yê fermî Kanî Talîreng e û ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ye. 15ê Tîrmeha 2024an li Çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.