Siyasetmedarên Kurd serdema nû ya Enqereyê bo Rûdawê nirxandin

29-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê serdemek nû ya siyasetê dest pê kir. Cara yekemîne li Tirkiyeyê serokomar raste rast bi dengên gel hate hilbijartin. Wekîlê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu piştî ku ji aliyê Serokomar Erdogan ve hati erkdar kirin kabîneya nû ya Hikûmeta xwe eşkere kir.

Siyasetmedarên kurd “Tirkiyeya nû” û pirsgirêken kurdan ji Rûdawê re nirxandin.

Serokê Platforma Demokrat a Kurd (KDP) Sertaç Bucak, ragihand, hem axiftinên Erdogan hem jî yên Davutoglu di mijara “pêvajoya çareseriyê” de hat xuyan xwedî îrade ne û got ““Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurdan de bibiryariya xwe dan xuyandin. Ez hêvî dikim pêşiya çareserkirna pirsgirêkan bê vekirin.”

Bucak diyar kir ku dema nîqaşên siyasetê boriye û got, “Ev eleqe bo Xwezayê tên nişandin divê ji bo kurdan jî bê nişandin.”

Yaşar Kaya: Hêvîdarim

Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) ya hati girtin Yaşar Kaya jî got ew ji serdema nû hêvîdar e.

Kaya ragihand ku li Tirkiyeyê êdî ti tişt ne wekî berê be û di pirsgirêka kurdan de gave din bên avetin û got, “Hilbijartina gel ya serokomariyê gavek giring bû û gel di mijare de hişmend bûn.”

Yaşar Kaya anî ziman ew bawer dike çareseriya ji bo pirsgirêka kurdan  hatiye dest pê kirin dê bidome û wiha axivî:

“Davutoglu û Erdogan nikarin ji xetê derbikevin. Bi misoger nikarin pirsgirêka kurdan piştguh bikin. Di axiftina kongreyê de behs kirna Ehmedê Xanê û ya Feqiyê Teyran giring bû. Ez bawer dikim em di serê seredemek baş de ne.

Baksî: Ez bêhêvî me

Serokê Giştî ya Partiya Beşdar a Demokrasiyê (KADEP) Lutfi Baksî jî ragihand ku hikûmetê di çareser kirina pirsgirêka kurdan de ti gav ne avetiye û wiha got:

“Bi tenê dengê çekan hat sekinandin û kurdan tawîz da. Dewlet va 90 sala çawa li pirsgirêka kurdan dinêri hêj  wisa ye. Ew çi qasî xwedi hêz dê bibin ew qasî dê kurdan biperçiqinên. Ez dixwazim xelet derbikevim lê mixabin dema  dinêrim ez bêhêvî dibim.

Yapicioglu: rewş ne gelek baş e.

Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekariya Yapicioglu jî ragihand ku encama serokwezîrbûna Davutoglu ti guhartinên giring dê çênebin.

Zekariya Yapicioglu got, “Hikûmet pirsgirêka kurdan ji dest silah berdana PKKyê di hesibine. PKK jî ji bo ka çawa deskêtiyên rêxistinê zêde bike dixebite. Kurtasî her du alî jî ne jidilin. Bi guftûgoyên ne jidil ne mimkunê çareseriyek baş derbikevi.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst