Bereya Tirkmenî li ser giştpirsiya Kerkûkê ji Ebadî daxwaza helwestê kir
Kerkûk (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Toran li ser biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya ji bo beşdarbûna giştpirsiyê, ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir, li hember vê biryarê helwest nîşan bide û ji Encumena Wezîran û Encumena Nûnerên Iraqê jî daxwaz dike, ku li ser redkirina pêkanîna giştpirsiyê li Kerkûkê biryarek derxin.
Piştî pesendkirina biryara pêkanîna referandumê ji aliyê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ve, Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Toran di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir:
“Careke din Rêveberiya Kerkûkê û Lîsteya Biratiyê ya Kerkûkê selimandiye ku bi ti şêweyî naxwazin îtirafê bi hevbeşiyê bikin. Herwiha arasteyeke yekalî hatiye pêkanîn ku dijî destûr û yasa ye û dê wisa li Kerkûkê bike ku Kerkûk bikeve nav rikeberiya netewî. Ti sûdeke vêya jî ji bo xortên Kerkûkê tine ye û tenê arîşe û pirsgirêk e.”
Hesen Toran herwiha got: “Biryara Lîsteya Biratiyê ya Kerkûkê ji bo beşdarbûna giştpirsiya Herêma Kurdistanê di roja 25ê Îlonê 2017an de, binpêkirina aşkere ya herdû madeyên yekem û 143ê yên Destûra Iraqê ye. Herwiha binpêkirina madeya 23 ya yasaya 36ê sala 2008an e û ti belgeyeke destûrî û yasayî tine ye ji bo pêkanîna giştpirsiyê li Kerkûkê. Bêyî amadebûna herdû pêkhateyên tirkmen û ereb, derxistina vê birayarê jî, bi rewatiya pêkhateyên parêzgehê nîne.”
Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê ji Heyder Ebadî daxwaz dike, ku li ser biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê helwestê nîşan bide û ji Encumena Wezîran û Encumena Nûnerên Iraqê jî daxwaz dike, ku li ser redkirina pêkanîna giştpirsiyê li Kerkûkê biryarek derxin.
Hesen Toran herwiha got: “Em bi hemû şêweyan, biryara Lîseya Biratiyê ya Kerkûkê red dikin. Em ji hemû xort û lawên parêzgehê jî dixwazin ku giştpirsî boykot bikin, da ku rêgirî li bandora xirab a wê biryara xelet, were kirin.”