Kerkûkê derbarê giştpirsiyê de biryara xwe da!
Kerkûk (Rûdaw) – Civata Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar da, ku li nava sînorên parêzgeha Kerkûkê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê were kirin.
Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn ragihand: “Bi 24 dengên endamên civata parêzgehê, deng ji bo beşdarbûna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dan. Civata Parêzgeha Kerkûkê dê daxwaz ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bike da ku li Kerkûkê amadekariyên pêvajoya giştpirsiyê were kirin.”
Peyamnêrê me da zanîn, ku di civîna îro de tenê 2 endamên civata parêzgehê deng nedane û ew jî endamên serbixwe bûne û herwiha fraksiyona Bereya Tirkmenî li gel Kombûna Erebî rûniştin boykot kirine.