Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê: Ferhad Şêxo di zîndaneke Rêveberiya Xweser de hate kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, welatiyekî gundê Mîrkan ê Mabata di zîndaneke Rêveberiya Xweser de li taxa Eşrefiyê ya Helebê hatiye kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de got, roja 14ê meha borî li taxa Eşrefiyê ya Helebê, ciwanê bi navê Ferhad Reşîd Şêxo yê 38 salî li gel xwîşka xwe Nazliye bi tohmeta peywendiya li gel Hikûmeta Sûriyê hatin girtin, duh termê Ferhad li taxa Eşrefiyê hatiye dîtin, ew ji otombêleke îstixbarata Rêveberiyê hatibû avêtin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê , Ferhad di nav YPGê de şervan bûye, heta roja dawiyê li gundê Memela Oşaxî yê Raco li dijî artêşa Tirkiê û grûpên şer kiriye.
Xwîşka wî, Nazliye jî hîn girtî ye, berê di dibistaneke Rêveberiya Xweser de mamoste bûye.