Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hejmara mamosteyên Kurdî eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê Yusuf Tekîn ragihand ku ji sala 2014an ve 200 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê Yusuf ragihand ku di navbera salên 2014-2025an de, ango di 11 salan de bi giştî 200 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.
Yusuf Tekîn ev amar wekî bersiva pirseke parlamentera DEM Partiyê eşkere kir û got ku ji wan 153 mamoste ji bo Kurmancî û 47 jî ji bo Kirmanckî (Zazakî) hatine tayînkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, li ser rewşa dawî ya dersên Kurdî yên bijarte pirsek pêşkeşî Wezîrê Perwerdeyê kiribû.
Hejmara xwendekaran zêde dibe
Tekîn di bersiva xwe de diyar kir ku di sala xwendinê ya 2024-2025an de, 27 hezar û 15 xwendekaran dersa Kurmancî û 3 hezar û 510 xwendekaran jî dersa Kirmanckî hilbijartine.
Li gorî amarên ku di meha gulanê de hatibûn belavkirin, ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine gihiştiye 59 hezar û 362 kesan.
Ji wan 50 hezar û 809 xwendekar ji bo Kurmancî û 8 hezar û 563 xwendekar jî ji bo Kirmanckî navên xwe nivîsandine.
Ji bo ders vebe pêwîstî herî kêm bi 10 xwendekaran heye
Di sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê de, zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye, tenê wekî derseke bijarte tê dayîn.
Li gorî rêziknameya Wezareta Perwerdeyê, ji bo ku li dibistanekê polên dersa bijarte ya Kurdî vebin, divê herî kêm 10 xwendekar wê dersê hilbijêrin.
Lê belê, li gelek dibistanan bi hinceta ku hejmar nagihîje 10an, ev ders nayên vekirin.