17 sal guman û rastiya tal a DNAyê: ‘Dilê min mirina wî qebûl nedikir’
Amed (Rûdaw) - Malbata Aslanan ku 17 sal berê zarokê xwe wekî "mirî" ji nexweşxanêyê wergirtibû, bi testa DNAyê îspat kir ku ew zarokê mirî ne yê wan e.
Gumana malbatê ew e ku zarokê wan yan ji aliyê berpirs û karmenên nexweşxaneyê hatiye firotin an jî çeteyeke dizîna zarokan kurê wan ji nexweşxaneyê diziye.
Malbata Aslanan, piştî 17 salan ji êş û gumanê, bi encameke testa DNAyê re rû bi rû man ku jiyana wan serûbin bû.
Zarokê ku 17 sal berê wekî mirî radestî wan hatibû kirin û wan ew veşartibû, ne zarokê wan ê biyolojîk bûye.
Niha malbat di wê baweriyê de ye ku kurê wan hatiye firotin û lêpirsîneke berfireh didome.
Çîrokê di 5ê Sibata 2008an li navçeya Bismilê ya Amedê dest pê kir, Fatma Aslanê di meha 7an a ducaniya xwe de kurek anî dinyayê û navê wî kirin Muhammed Furkan.
Ji ber ku zarokê wan (Muhammed Furkan) pêşwext ji dayik bûbû, ew ji bo Nexweşxaneya Jinan û Zarokan a Amedê hat veguhastin û 17 rojan di kuwezê de di bin çavdêriyeke taybet de ma.
Di van 17 rojan de, malbatê ti carî zarokê xwe nedît û daxwazên wan ên ji bo dîtinê jî her tim hatin redkirin.
Piştî 17 rojan, ji malbatê re hat gotin ku zarokê we canê xwe ji dest daye û termê zarokekî radestî malbatê hat kirin.
Gora vekirî û rastiya 17 salan
Lê dilê dayikê ti carî rihet nebû. Fatma Aslanê diyar dike ku wê ti carî bawer nedikir ku zarokê mirî yê wê be.
Beriya bi 3 salan Malbata Aslanan doz vekir û daxwaza vekirina gorê û testa DNAyê kir.
Dayika Muhammed Furkan Fatma Aslanê got, “Par di 1ê Çiriya Paşîn de gor hat vekirin. Li gorî encama DNAyê, ew zarok yê me derneket.
Rastiyê bêjim, kêfa me gelekî hat. Min got hestên min û şewata dilê min ne vala bûne.
Min hîs dikir ku kurê min sax e. Êdî ez bi temamî qanih bûm ku kurê min sax e.”
Gelo çeteyeke dizîna zarokan heye?
Malbat di wê baweriyê de ye ku kurê wan an hatiye firotin, an jî ji aliyê çeteyekê ve hatiye revandin.
Bav Ercan Aslan dipirse, “Di wan 17 rojan de çima carekê jî şîrê dayikê ji bo wî nehat xwestin? Çima nehiştin em carekê zarokê xwe bibînin?
Dibe ku kesekî dewlemend ku zarokên wan çênabin ew revandibin an jî firotibin.”
Parêzerê malbatê Zekî Oran jî balê dikişîne ser îhtimaleke metirsîdar û diyar dike ku ev ne bûyereke yekem e.
Parêzer Zekî Oran got, “Bi taybetî piştî derketina van çeteyên zarokan, malbat gelekî bi fikar in.
Di van demên dawî de li Amedê gilîyên bi vî rengî zêde bûne. Daxwaza me ew e ku berpirsiyarên vê bûyerê, çi doktor bin, çi perestar bin an jî karmend bin, bi berfirehî bên lêkolînkirin.”
"Ez dizanim kurê min sax e û li Amedê ye"
Di destê dayîka Fatmayê de tenê wêneyekî ultrasonê yê kurê wê maye. Ew bi çavên tijî hêsir li wêne dinêre û dibilîne:
“Ev wêneyê kurê min e, li vir du mehî ye lê niha bûye 17 salî. Ez dixwazim êdî kurê xwe bibînim. Ez her tim li vî wêneyî dinêrim û dixwazim ji vî derdê xilas bibim.”
Lêpirsîna li ser çarenivîsa Muhammed Furkan ev 3 sal in berdewam dike.
Ya balkêş ew e ku çend bûyerên din ên bi heman rengî di heman salan de li heman nexweşxaneyê qewimîne ku ev yek gumana hebûna çeteyeke organîzekirî xurtir dike.
Pirsa malbat û parêzeran ev e; “Gelo ev hemû bi şaşîtî qewimîne, yan jî windakirina van zarokan netîceya planekê ye?”