Silêmanî - Helîkopter ket xwarê: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Ezmerê yê Silêmaniyê, piştî ku otomobîlek wergeriya û şofêrê wê mir helîkoptereke ku ji bo anîna termê wî hatibû şandin jî ket xwarê.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê di encama ketina helîkopterê de du kes birîndar bûn.

Li Çiyayê Ezmerê yê Silêmaniyê otomobîlek ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û wergeriya,

Di wê qezayê de şofêrê otomobîlê li cihê qezayê mir.

Ji bo derxistina termê şofêr, helîkopterek çû herêma qezayê.

Lê belê, ji ber şert û mercên dijwar ên cografî û erda asê ya Çiyayê Ezmerê, hewlên rizgarkirinê bû karesat û helîkopter jî ket xwarê.

Di qezaya helîkopterê de du kes birîndar bûn.

Tîmên ku çûne cihê qezayê piştî midaxeleya destpêkê her du birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Rayedaran, ji bo diyarkirina sedemên her du qezayan dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye.